26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Talîbanê ketin bajarê Wîlayeta Badgîsê

DYA’yê ragihandibû ku ew ê heta 11’ê îlonê hemû leşkerên xwe ji Afganistanê vekişînin. Piştî vê  ragihandinê Almanya jî têde hin endamên NATO’yê hemû leşkerên xwe ji Afganistanê vekişandin. Bi vê yekê re hêzên Talibanê ket nava liv û tevgerê û êrîşên xwe yên li dijî hikûmeta Afganistanê berfirehtir û dijwartir kirin. Tê gotin ku hêzên Talîbanê li Afganistanê gelek navçe û herêman bi dest xistiye û xwe gihandiye sînorê Îran û Tacikistanê.

Waliyê Badgîsê Hesamûddîn Şems bi rêya SMS’ê peyamek ji rojnamevanan re şand û wiha got: “Dijmin kete nava bajêr, navçe hemû ketin. Li nava bajêr şer dest pê kir.”

Şefê meclîsa bajarê Badgîsê yê Afganistanê Abdul Azîz Beg axivî û piştrast kir ku Talîban ketiye nava bajêr, şer dewam dike û ev tîşt anî zîman: “Şeva derbasbûyî berpirsyarên servîsên ewlekariyê yên wîlayetê teslîmî Talîbanê bûn û Talîban jî vê sibehê ketin nava bajêr.”

Li nava bajêr şer dewam dike. Hate ragihandin ku nexweşxaneya li bajêr hatiye vekirin û derdora 200 girtî reviyane.

Endamê Meclîsa Wîlayetê Ziya Gul Habîbî jî diyar kir ku polîsan midûriyeta emniyetê û buroyên servîsa îstîxbaratê ya efgan NDS’ê bi dest xistine û da zanîn ku rayedarên wîlayetê xwe li kampeke leşkerî ya li bajêr girtine.