26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hîlala Zêrîn dest bi çalakiyên çandî dike

Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê bi armanca danasîna girîngiya çandê û parastina wê ya ji qirkirin û pişaftinê, li kantona Şehbayê bi navê ‘Hefteya Hunerî û Çandî’ çalakî li dar xist. Çalaki dê hefteyekê li navçe wargehên koçberiyê û gundewarên Kantona Şehbayê bê domandin. Çalakiyan di roja yekemîn de li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê dest pê kirin.

Di roja yekem de xwarinên gelêrî ji aliyê dayikan ve hatin amadekirin û dayikan ji welatiyan re danasîna wan kirin. Endama Hîlala Zêrîn Rûmet Beko têkildarî çalakiyê de axivî û ev tişt got: “Armanca me bi vê çalakiya hefteya hunerî û çandî ew e ku em xwe bigihijînin welatiyan xwe û xebatên xwe bi wan re parve bikin û çanda xwe bi hev re ji qirkirinê biparêzin.. Ev çand, me ji dapîr û dayikên xwe wergirtiye divê em jî xwedî lê derbikevin. Wekî ciwan erka me ew e ku em çanda xwe bi civakê bidin danasîn û parastina wê ji dewletên hegomanîk bi taybetî dewleta tirk, bikin.”

Endama koordînasyona Kongraya Star a navçeya Ehdas Şehbayê Hesna Hesen axivî û wiha got: “Rojane êrîş li ser me û deskeftiyên me tên kirin helbet  çanda me jî rastî van êrîşan tê. Em wek Kongraya Star çalakiya Hîlala Zêrîn pîroz dibînin ji ber ku em her hewl didin parastina çand û hunera xwe bikin.”

Endama Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê Cûdî Mustafa destnîşanî çalakiyên heftaya hunerî û çandî kir û wiha got: “Ev roja yekemîn ji çalakiyên hefteya hunerî û çandî ye. Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku li hemberî dagirkeriyê serî netewînin û hebûna xwe diyar bikin. Bi zindîkirina çanda xwe em ê bibin bersiv ji dagirkeriyê re. Dewleta tirk nikare bi siyaset û dagirkeriya xwe çanda me bide ber qirkirinê. Ev çalakî komên stranan, şano, govend her wiha xwarinên gelêrî û cilên folklorîk di nav xwe de dihewîne.”

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê Şêrîn Omer daxwaza ji bo lidarxistina heftaya hunerî anî ziman û got: “Daxwaza me ji lidarxistina vê çalakiyê ew e ku tevahî pêkhate li banga me guhdar bikin û parastina çanda xwe ji qirkirinê bikin. Em dixwazin çand û hunera me li tevahî cîhanê belav bibe. Ev çalakî li tevahî navçe û gundewarên Şehbayê wê bê lidarxistin. Jin dikarin her tiştî bikin ji ber ne lawa ze. Em ê bi fikrên jinên azad ser bikevin û hunera xwe biparêzin.”