27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hîna jî şopên êrîşên 11 Îlonê berz û xuya ne

Tevî ku 20 sal di ser êrîşên 11 îlonê de derbasbûn hê jî şûnên wan êrîşên hovane ji ser cihê êrîşan û gelê DYA’yê nehatine guhertin.

Îro salvegera êrîşên 11 îlonê ye ku rêxistina El Qaîdeyê di 11 îlona sala 2001’ê de bi çar balafiran li dijî deverên girîng ên New Yorka DYA’yê pêk anîbûn.
Li gorî analîzekê ku di rojnameya Sky News a Îngilîstanê de hate belavkirin, tê gotin ku bandora û şopên wan êrîşan hîna jî di hiş û mejiyê gelê DYA’yê de ye û hestên kîn û nefreta ji misilmanan jî hê didome.

Ew êrîş wekî şok û erdhejekê bû di hiş û dilê gelê DYA’yê de. Li gorî rapirsînekê ku rojnameya USA Today çêkiriye derdora ji sedî 60 ji gelê DYA’yê wiha bawer dike ku wan êrîşan bi xwe re guhertineke mezin di şêweyê jiyana wan de çêkiriye.
Her wiha her kes vê pirsê ji xwe dike û dibêje gelo kî bawer dikir ku dê êrîşên DYA’yê yên bi armanca tolhildana ji El Qaîdeyê veguhere şerekî ku 20 salan berdewam kir.

Armanca êrîşên li dijî Afganistanê ew bû ku tola xwe ji El Qaîdeya berpirsiyara êrîşên 11’ê îlonê bikin. Di destpêka van êrîşan de beşek mezin ji gelê Afganistanê jî piştgirî dida van êrîşan lê piştî kuştina serokê El Qaîdeyê Usama Bîn Ladîn ew piştgirî jî kêm bû.

Wiha jî ew şerê veguherî şerekî dirêj û bêdawî û di encamê de ji 800 hezar leşkerên ku tev jli vî şerî bibûn derdora 3 hezar leşkerî hate kuştin û zêdeyî 20 hezar leşkerî jî birîndar bûn.
Bandor û şopa wan êrîşan heta niha jî li Amerîkayê berdewam dike û piraniya misilmanên ku li DYA‘yê dijîn dibêjin ku piştî wan êrîşan nêrîna xelkê amerîkî li wan hatiye guhertin û gelekî zehmetiyan di jiyana xwe ya rojane de dikişînin ji ber wê hişmendiya li dijî misilmanan pêş ketiye.