26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taşçier: Li ber deriyê dibistanan heb û tiryak tê firotin

Îktîdareke ku bixwaze civakekê bike bin kontrola xwe, bi polîtîkayên dijber êrîşî ciwanan ku pêşeroj e,  dike. Tiryak jî yek ji rêya pasîfîzekirin û ji dûrxistina civak, çand û nirxên xwe ye. Zarokên ku di temenekî biçûk de fêrî tiryakê dibin êdî nikarin tev li jiyanê bibin. Dewlet bi polîtîkayên taybet hewl dide li bakurê Kurdistanê li dijî ciwanên polîtîk û ciwanên kurd vê torê pêş bixe. Dema ku mirov li Şirnex, Amed, Colemêrg, Wan, Mêrsîn û Edeneyê dinêre, bi taybetî êdî ciwan di nava rojê de tiryakê dikişînin. Lê li dijî vê yekê tu polîtîka nayê pêşxistin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçîer li ser polîtîkayên tiryakê yên dewletê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî. Taşçier diyar kir ew dema mamoste bû, şahidiya kiryarên li pêş dibistanan kiriye û wiha got: “Li ber deriyê dibistanan aşkera heb, tiryak û hişbirên din dihatin firotin. Ji bo van hişbirên ku ciwana dejenere dikin ji aliyê dewletê ve tu tedbîr nedihat girtin. Em mamoste ji vî karê aciz dibûn û me gilî dikir. Me digot va ev kar li ber derê dibistana tê kirin. Hewce bû ku îktîdar li dijî vê yekê biketana nav tevgerê. Lê mixabin gilî û serlêdanên me vala derdixistin.”

Li bajarên Kurdistanê ciwan zêdetir tiryakê bi kar tînin

Îmam Taşçier da zanîn ku li hemû bajaran ciwanên ku tiryakê bi kar tînin zêdetir bûne û wiha axivî: “Li gor daneyên ku di encamên lêkolînên me li bajarên Kurdistanê tiryak zêdetir tê bikaranîn. Li temamê bajarên Kurdistanê ev tor zêde bûye. Bazirganên mirovan ji bo ciwan ji tendirustî û xwezaya xwe dûr bikevin dixebitin.”

Taşçier bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev polîtîka bi destê îktîdarê pêş dikeve. Îktîdar çavên xwe li van geşedanan digire. Elbet îktîdar dikarin pêşî li van kiryaran bigire. Lê nakin. Îktîdar bi heb û hişbirê armanc dike ku ciwanan bi xwe ve girê bide. Ciwanên ku fêrî tiryakê dibin êdî ji rastiya welatê xwe, aboriyê û ji jiyanê qut dibin. Ev rewş jî bi xwe re fihûş û sîxurtiyê tîne.”