26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lûtkeya Bexdayê

Serdem Silo

Beriya ku em behsa naveroka konferansa dewletên cîran an lûtkeya Bexdayê ya hevkariyê ku di 28 tîrmeha borî de hatiye lidarxistin bikin, divê em behsa konferansa ‘hevbendiya Bexdayê’ ku di salên 1950’yî yên sedsala borî de hatiye lidarxistin, bikin. Nemaze armancên her du konferansan ew e ku ji bo Rojhilata Navîn û li herêmên em li ber deriyê îmzekirina hevpeymanên nû ne û bi taybet li welatê Şamê pêvajoyekê bidin destpêkirin.

Rêçên Hevbendiya Bexdayê 1955

Di nîvê salên 50’yî yên sedsala borî de avakirina ‘Hevbendiya Bexdayê’ ku li rex Birîtanyayê, Iraq, Tirkiye, Pakistan û Îranê tê de cih digirtin, hate ragihandin. Armanca hevbendiyê jî ew bû ku wan dixwast di dema şerê sar ê wê demê de rê li ber pêşvehatina Sovyetê bigirin.
Hevbendiya Bexdayê yek ji sedemên darbeya 1958’an e ku desthilatdariya padîşahiyê li Iraqê hilweşand û Ebdilkerîm Qasim di 24’ê adara 1959’an de vekişîna Iraqê ji Hevbendiyê ragihand ku sala xwe ya çaremîn derbas nekiribû û navê wê bi navê ‘Hevbendiya Navendî’ hate guhertin. Piştî ku şerê sar di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyêtê de dest pê kir, dewletên rojavayî dîtin ku divê Rojhilata Navîn di bin hegemonya û serweriyê de bimîne. Çunkî xala girêdana di navbera rojhilat û rojava de ye û ji aliyê petrol û gelek madeyên xwezayî ve jî dewlemend bû. Pakistan, Îran, Tirkiye, Iraq û Birîtanyayê erê kirin ku di nava hevbendiyeke ewlehî ya komî de bimînin û Amerîka jî çavdêriya wê bike. Hevbendiyê li Bexdayê rûniştina xwe ya yekemîn li dar xist û ji ber wê navê wê bû Hevbendiya Bexdayê. Beşdarbûna Birîtanyayê jî di dema bidawîbûna hevpeymana 1930’yî ya bi Iraqê re di nîsana 1954’an de çêbû, lê Amerîkayê nexwest beşdar bibe û tenê xwest alîkarî û çavdêriya wê bike.

Gelek civîn bi Misirê re bi serkêşiya Cemal Ebdilnasir re hatin lidarxistin da ku wî bi beşdarbûnê razî bikin. Lê Misirê red kir. Dewletên rojavayî jî baş dizanîbûn ku eger Misir erê bike, ereb jî dê erê bikin. Dema ku Ebdilnasir serê xwe hişk kir, berê xwe dan hevkarên xwe li Bexdayê û îmzekirina hevbendiyê û erêkirina wê ji meclisa neteweyî ya Iraqê rastî nerazîbûna gel hat û êdî hilweşandina ‘Hevbendiya Bexdayê’ bû diruşmeyek.
Yek ji armancên girîng û daxwaza avakirina hevbendiya Bexdayê ew bû ku li hemberî pêşvehatina komûnîstan derkeve. Daxwaza Iraqê ya beşdarbûna vê hevbendiyê girêdayî hevbendiya bi Birîtanyayê re bû. Her wiha Iraqê jî dixwest sûd ji vê hevbendiyê werbigire da ku çekan bi dest xwe bixe. Hevbendiyê jî gelek komîte ava kirin. Hin ji wan ev in: Komîteya Leşkerî, Komîteya Aborî, Komîteya Peywendîdar, her wiha lihevkirinek pêk hat ku hemû biryarên Hevbendiyê divê bi dengan giştî pêk werin.
Li ser asta leşkerî jî, hevbendiyê tu çalakiyeke leşkerî ya hevbeş pêk neanîn. Tenê hin serdan di çarçoveyeke leşkerî û perwerdeyê û dayîna çekan ji dewletên hevbendiyê re pêk hatin. Lê di warê aborî de komîteyên şaxî yên girêdayî aliyên aborî hatin avakirin, lê xebatên wan ne zelal û girîng bûn.
Hevbendî nikaribû bi rola ku wekî tê xwestin rabe. Ji ber ku hin rejîmên wekî Iraq û Îranê ne razî bûn. Her wiha rikberiya herêmî ya tund hişt ku rikberiyeke hundurîn jî li van dewletan derbikeve; wekî çalakiyên neteweyî yên bi serkêşiya Misirê û çalakiyên komûnîst bi serkêşiya Yekitiya Sovyetê.

Rûbirûman û qayîşkêşana aliyan

Iraq û Birîtanya û Amerîka hewl dan dewletên ereb beşdarî nava hevbendiyê bibin, lê van hewldanên ronahî nedîtin û berovajî wê hişt ku hin dewletên ereb li dijî hevbendiyê bixebitin. Nemaze Misir û Erebistana Siûdî. Yek ji sedemên nerazîbûna dewletên ereb a beşdarbûna nava hevbendiyê pêşbirkiya li ser serokatiya herêmê bû. Her wiha dijminahiya wan a hişk ya li hemberî rejîma siyasî li Iraqê û bi taybet Nûrî Seîd ku navenda siyaseta navneteweyî û herêmî bû.
Beramberî teşwîqkirina Misir û Sûriyeyê ya ji bo yekitiya xwe di bin navê ‘Komara Erebî ya Yekbûyî’ de ava bikin, Bexda û Umanê ‘Yekitiya Erebî’ ava kirin ku ew jî têk çû. Li ser asta Iraqê, Hevbendiyê hişt ku raya giştî ya Iraqê ji rêveberiya xwe ya siyasî dûr bikeve û bi taybet piştî êrîşa sêalî ya li dijî Misrê û li Iraqê xwepêşandanan dest pêkirin û daxwaz ji Nûrî Seîd dikirin ku ji Hevbendiya Bexdayê vekişe. Lê tenê taloqkirina beşdarbûna Birîtanyayê di civînên Hevbendiyê de ragihand da ku xwepêşandêrên Iraqî hêdî bike. Lê yek ji sedemên bidawîbûna rêjîma padîşahtiyê li Iraqê û vekişandina Iraqê ji Hevbendiyê di 24’ê adara 1959’an de bû. Ebdilkerîm Qasim xwe spart siyaseteke bêalî û têkiliyên dîplomasiyê bi Yekitiya Sovyetê re ava kirin. Piştî ku Iraq ji Hevbendiyê vekişiya, êdî navê Hevbendiyê jî hate guhertin û bû ‘Rêxistina Peymana Navendî’ û navenda Hevbendiyê ji Bexdayê ber bi Tirkiyeyê ve hate veguhestin.
Pakistanê jî di şerê xwe yê li dijî Hindistanê de, li Keşmîrê alîkariya hevbendiyê wernegirt. Tirkiyeyê jî piştî ku başûrê Qibrisê di sala 1974’an de dagir kir ,alîkariyên leşkerî yên ji dewletên rojavayî werdigirtin winda kir. Piştre jî rêjîma Şah li Îranê hilweşiya û bîrdoziya Îranê hate guhertin û ji dewletên rojavayî dûr ket, ji ber van hemû sedeman Hevbendî di sala 1979’an de bi dawî bû.

Konferansa Bexdayê ya 2021’ê

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî piştrast kir ku dewletên beşdarî ‘Konferansa Bexdayê ya Hevkariyê’ bûn, ji bo rûpelekî nû bi Sûriyeyê re vebikin erê kirine. Her wiha destnîşan kir ku ‘şeş lihevkirin di navbera dewletên herêmê de’ pêk hatine û got ku beşdaran li hev kirin ku rûpelekî nû bi Sûriyeyê re vebikin.
El-Kazimî di berdewama axaftina xwe de got ku xebatên Iraqê di lûtkeyê de hişt ku şeş lihevhatin di navbera dewletên beşdarî lûtkeyê de pêk werin û wiha domand: “Di çarçoveya lûtkeyê de Siûdiyê, Îran, Misir û Qeterê civîn li dar xistin, her wiha gelek civînên din ku hê nehatine aşkerakirin hene”.
Lê naveroka lûtkeyê di tûra wê ya yekemîn de weke propagandayekê ji El-Kazimî û hikûmeta wî re bû ku dikare kaxezan li Rojhilata Navîn tevlîhev bike. Bi taybet li welatê Şamê, da ku piştî hilbijartinan ku tê payîn di 10 cotmeha bê de werin lidarxistin, hikûmetê bi dest xwe ve bîne. Her wiha dezgehên çapemeniyê yên veşartî yên girêdayî El-Kazimî jî bê navber tevdigerin û propagandaya wî di hundirê Iraqê de dikin. Em dikarin bibêjin ku ev lûtke di asta herî jor de propagandaya El-Kazimî û hikûmeta wî ye. Nemaze ji ber ku zarokê delal li ba Amerîka û dewletên rojavayî ye.

Stratejiya lûtkeya Bexdayê

Me di destpêka vê nivîsê de behsa ‘Hevbendiya Bexdayê’ ku di salên 50’yî yên sedsala borî de hatiye damezirandin kir, lê dema em li dewletên beşdarî Hevbendiya Bexdayê û Lûtkeya Bexdayê ya Hevkariyê bûne temaşe dikin, diyar dibe ku evan dewletên beşdar piştî 62 salan ji Hevbendiya Bexdayê zêde bûne. Lê di vê serdemê de Amerîka serokê Fransayê wekilandiye da ku konferansê li şûna Birîtanyayê bi rê ve bibe. Her wiha stratejiyên wê yên aşkera dişibin hev, bi taybet di aliyê leşkerî û ewlehî û normalîzekirina têkiliyên di navbera dewletan de. Armanca sereke ya Hevbendiya Bexdayê rêgirtina li pêşiya pêşvehatina Yekitiya Sovyetê bû, lê Hevbendiya Bexdayê têk çû ji ber ku dewletên beşdar berdewam di nava nakokiyên berjewendiyan de bûn. Nemaze berê hin dewletên erebî ber bi siyaseta Sovyet ve bûn.

Lê di lûtkeya Bexdayê ya niha de armancên sereke nehatine aşkerakirin. Eger em li daxuyaniyên ku Siûdiyê, Fransa û Misirê dane binhêrin, hemû li dijî Îran û Tirkiyeyê ne. Ji ber ku pêşvehatina wan li herêmê aşkera ye û destwerdana gelek dewletên herêmê dikin da ku ajandayên xwe li herêmê pêk bînin. Daxuyaniya serokê Fransayê li Mûsilê ji ber ku nêzî baregeha Tirkiyeyê ya Nînowa ya li Iraqê ye (baregeha Başîqa) û baregeha komên çekdar ên Iraqê ku alîgirtiya Îranê dikin, sedema sereke ew e ku koçber venagerin û bi taybet êzidî rastî êrîşên berdewam ên Tirkiyeyê tên”.
Dewletên beşdarî lûtkeyê bûne berdewam bi dewleta Tirkiye û Îranê re di nava nakokiyan de ne û bi taybet piştî ku destwerdana herêmên Rojhilata Navîn kirin û gelek dever dagir kirin. Her wiha hin ji beşdarên lûtkeyê hewl didin serokatiya Rojhilata Navîn di vê serdema nû de bi dest xwe ve bînin û bi taybet Misir û Siûdiyê. Diyar e ev hevbendî tevî dijminahiya li hemberî Tirkiye û Îranê nikare tu encaman bi dest xwe ve bîne. Ji ber ku rêjîmên erebî li Rojhilata Navîn nikarin pêşvehatina Tirkiye û Îranê ku alîkariya xwe ji Rûsya û Çînê werdigirin, rawestînin. Ev her du dewlet jî pêşvehatina Amerîka li Rojhilata Navîn weke metirsî li hemberî berjewendiyê xwe dibînin.

Diyar e çarenûsa lûtkeya Bexdayê ya Hevkariyê heman çarenûsa Hevbendiya Bexdayê ya salên 50’yî yên sedsala borî ye. Ji ber ku dewletên beşdar di nava hevûdu de bi nakok in û girêdayî ajandayên derve ne, beşek ji van dewletên beşdarî girêdayî siyasetên Amerîka ne û yên din girêdayî siyaseta Rûsya û Çînê ne. Dibe ku di warê aboriyê de hin encam li Iraqê werin bidestxistin. Ji bilî wê ev lûtke tenê propagandayeke girîng ji El-Kazîmî û hikûmeta wî re ye û hêzekê dide wî da ku beşdarî hilbijartinên parlemanê bibe ku tê payîn di 10 cotmeha bê de bêne lidarxistin.