26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hinek malbatên DAIŞî ji kampa Holê dibin Mûsilê

Li gorî çavkaniyên malpera El Hedes di navbera hikûmeta Iraqê û Hêzên Sûriya Demokratîk de lihevkirinek çêbûye. Li gorî wê lihevkirinê dê hikûmeta Iraqê malbatên DAIŞ’ê ên iraqî ji kampa holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguhêze kampeke bajarê Mûsilê.

Wekî tê zanîn derdora 30 hezar malbatên DAIŞ’ê ên iraqî li kampa Holê hene. Li gorî tê gotin ku di destpêkê de hikûmeta Iraqê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwestiye ku 1500 çekdarên DAIŞ’ê yên girtî bidin wan da ku wan li Iraqê bidarizînin, lê HSD’ê gotiye divê hûn 500 malbatên DAIŞ’ê ên iraqî jî bibin.

Gelek caran li ser navê gelek berpirsiyaran, me her bihîstiye ku kampa Holê êdî bûye wekî dibistanekê ji bo berdewamiya fikir û ramanên DAIŞ’ê ji ber ku di wê kampê de hîna jî di nava xwe de li gorî rê û rêbazên wê rêxistina çete dimeşin û kesên ku ne li gorî fikra DAIŞ’ê tevbigere ew tê kuştin û cezakirin. Tenê di nava 3 mehên dawî de 37 kes li kampa Holê bi suîqastan hatin kuştin.

Bi taybetî jî ew zarokên ku li wir dijîn bi wê fikir û ramanê mezin dibin.  Li gorî nûçegihana El Hedesê Rola El Xetîb beriya çend rojan beşek ji wan hatin veguhastin bo Mûsilê û dê di rojên pêş de di çarçoveya lihevkirina Iraq û HSD’ê de hin komên din werin veguhestin bo Mûsilê.

Lê belê heta niha ji aliyê HSD’ê ve der barê vê mijarê de tu daxuyaniyên piştrastkirina vê mijarê nehatine dayîn.