26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turnuvaya futbolê ya li Xanesorê bi dawî bû

Di destpêka meha gulanê de Meclisa Gel a Xanesorê ji bo kesên temenê wan bi ser 30 salî re ne turnuvaya futbolê dabû destpêkirin û 11 tîm tev li turnuvayê bûn.

Turnuvaya futbolê ya ku mehek berê li bajarokê Xanesorê ya Şengalê hat destpêkirin, bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Lîstika fînalê duh li Xanesorê di navbera tîmên Nicûm Xanesor û Seray Sinûnê de pêk hat.

Di encama lîstikê de li  hemberî Tîma Seraya Sinûnê, Tîma Nicûm Xanesorê 3-1 bi ser ket û di turnuvayê de bû yekemîn.

Têkildarî turnuvayê Endamê Meclisa Gel a Xanesorê Xidir Hemed axivî û got: “Ev dibe cara yekemîn ku ji bo kesên temenê wan di ser 30’î re ne li Şengalê turnuva tê organîzekirin. Armanca me ew e ku em kêfxweşiyê di nava gelê xwe de çêbikin û îspat bikin ku rewşa Şengalê baş û bi ewle ye. Tîmên ji gund û navçeyên Şengalê tev li bûn. Em serkeftina Tîma Nicûm pîroz dikin. Ji bo me kîjan tîm bi ser bikeve ferq nake. Ji bo me ya girîng ew e ku em peyamê bidin gelê xwe ku Şengal bi ewle ye.”

Lîstikvanê Tîma Nicûm a Xanesorê Silêman Xirto jî di serî de spasiya Meclisa Gel kir û  diyar kir ku ji ber ku ew rojên xwe di  bin ewlehiyê de derbas dikin kêfxweş in.

Di dawiyê de Meclîsa Xanesorê xelat dan her du tîman û turnuva bi dawî bû.

Çavkanî/Rojnews