6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hizbullahê gefa kuştinê li 3 kesan xwar

Di çarçoveya tifaqa veşarî ya di navbera desthilata AKP-MHP’ê û partiya Hizbullahê HUDA-PAR’ê de di çend salên dawîn de gelek endamên Hizbullahê yên di salên 1990’î de bi dehan welatiyan kuştibûn hatin berdan. Endamên Hizbullahê ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve tên piştgirîkirin, li bakurê Kurdistanê bi awayekî veşarî xwe bi rêxistin dikin û gefa kuştinê li welatiyan dixwin.

Derket holê ku 2 endamên Hizbullahê yên biçek di 21’ê hezîranê de li taxa Lalebey a navçeya Sûrê ya Amedê pêşiya welatiyên bi navê Suleyman Yildirim, birayê wî Hatîp Yildirim û xwarziyê wan Nevzat Çinar ku çûne dêrê girtine û gefa kuştinê li wan xwarine.

‘Çi karê we li dêrê heye?’

Suleyman Yildirim li ser vê gefa kuştinê di heman rojê de diçe qereqola polisan giliya her du endamên Hizbullah dike. Li gorî îfadeyên Yildirim ên li qereqolê dane, 2 kesên bi rî û şelwar ku çek li ser wan hebûne pêşiya wan girtine û pirsa ku çima çûne dêrê li wan kirine û gefa kuştinê li wan xwarine.

Yildirim, gefa kuştinê ya her du endamên Hizbullahê ya li dijî wan bi van gotinan ji qereqolê re ragihandiye: “Kesek ji wan got, ‘Çi karê we li dêrê heye, hûn ne misilman in? Ez ê we li vir bikujim’ û destê xwe avêt çeka di ber xwe de. Li ser vê kesê din got, ‘Bisekine niha berî wan nede, heta careke din Xwedê mezin e’.”

Ji ber gefê Amedê terk kiriye

Rexmî ku Yildirim kesên gef li wan xwarine weke endamên Hizbullahê pênase kiriye jî polisan vê derbasî girtekan nekirine û heta niha der barê giliyê de li Yildirim venegeriyane.

Hat hînbûn ku Yildirim ji ber vê kefê Amedê terk kiriye.