5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’

Piştî ku hunermenda sûrî Asala Nesrî straneke kurdî got û ji ber ku çavkaniya gotin û awazê stranê yê orjînal destnîşan nekiribû di nava raya giştî de û li ser mediya dijîtal bûbû cihê nîqaşên mezin.  Aliyek kêfxweşiya xwe tîne ziman ku hunermendeke ereb a navdar straneke kurdî dibêje, aliyek jî nerazîbûna xwe tîne ziman ji ber ku çavkanî û xwediyê gotin û awazê stranê nehatine destnîşankirin.

Gelekî xweşe ku hunermendek ji neteweyeke din stranê kurdî bêje lê bi şertê ku çavkaniya stranê destnîşan bike û bi zelalî bêje xwediyê vê stranê kî ye û awazê wê ji alî kê ve hatiye çêkirin.

Çima ez niha behsa vê mijarê dikim ji ber ku beriya çend rojan hunermendeke sûrî ya bi nav û deng strana ‘Ez kevok  im’ gotiye. Hunermenda Navdar Asala Nesrî strana Ez Kevok im û straneke din a ji çanda merdelî ya erebiya devoka Qamişlo gotiye.

Navê xwediyê stran û awazê ne gotiye

Ammo di axaftina xwe ya ku li ser hesabê xwe yê dijîtal parvekiriye û wiha dibêje: “A rast Asala Nesrî herdu stran jî pir xweş gotine û ji alî bilêvkirina gotinan ve jî tu şaştî nekiriye. Gotin wekî orjînala xwe hatine bikaranîn.”

Bêguman ev yek li ser mediya dijîtal bû cihê nîqaşên mezin, hinekan kêfxweşiya xwe aniye ziman ku hunermendeke navdar wekî Asala Nesrî stran bi kurdî gotiye û hinekan jî bi taybetî hunermendên kurd nerazîbûna xwe anîne ziman ji ber navê xwediyê van gotin û awazan nehatiye nivisandin.

Li gorî min meseleya ku navê xwediyê gotin û awazan nehatiye gotin zêde ne gunehê hunermend Asala Nesrî ye, lê bêtir gunehê kesê ku ew ji Asala re amade kiriye. Sazvanekî bizqê bi navê Arîcan Serhan heye, kurdekî Şamê ye. Wî ew stran ji Asala Nesrî re amade kiriye û navê xwe wekî amadekar li bin wan stranan nivisandiye bêyî ku navê xwediyê stran û awazê yê orjînal binvîse. Yek ji nirxandinên herî xweş û rast helwesta hunermendê kurd Salah Ammo bû.  Di vê der barê de Salah Ammo wiha dibêje: “Gelekî xweşe ku hunermendeke sûrî û stranbêjeke gewre straneke kurdî bistirê û li vir divê mirov heqê wê nexwe, bilêvkirina gotinan gelekî baş û bê şaştî aniye ziman.”

Mafê her kesî heye ku bistirê lê…

Ammo anî ziman mafê her kesî ye ku stranekê ji nû ve şîrove bike lê tiştekî gelekî şerm û bi ziyane ku çavkanî û xwediyê resen yê stran û awazê  neyê gotin, neyê nivisandin û wiha pêde çû: “Ev herdu stranên ku Asala Nesrî gotine yek strana ‘Ez kevok im’ ji folklora kurdî ye û herî pêşî Hesen Cezrawî gotiye ya din jî (Bihêlin em îro bistirên) gotinên Izzet Hedîd  û awaz ê hunermend Ibrahîm Kêvo ye. Lewre jî diviyabû ev çavkanî bihatina gotin. Gotina stranê bêyî destnîşankirina van çavkaniyan ne tiştekî exlaqî û etîk e, ew tê wateya desteserkirin û binbêkirina mafê kesan. Heta ku ew stran ne ya Cezrawî be jî diviyabû bi kêmanî wekî straneke folklor hatibûya destnîşankirin.”

Ez kevok im sirûda kurdan a ruhî ye

Salah Ammo der barê taybetmendiya strana ‘Ez kevok im’ de jî wiha dibêje: “Destûrê bidin ku ez der barê nasnameya muzîka kurdî de çend gotinên ku min di nameya xwe ya Masterê de nivisandibû bi we re parve bikim. Her neteweyek sirûda wî ya netewî heye, piranî ew ji alî dewletê yan jî desthilatdaran ve tên amadekirin û paşê dibe semboleke dengî ya nasnameya dewlet,netew an jî gel tîne ziman. Li aliyekî din straneke wiha heye ku tu nasnameyeke wê ya siyasî, netewî yan jî niştimanî tuneye, lê bi demê re ew dibe strana rewanî (ruhî) ya gel.”

Ez kevok im deng û awaza dilê kurda ye

Ammo di dawiya nirxandina xwe de wiha dibêje: “Dibe ku kurd û nûnerên wan ên siyasî li ser sirûdeke netewî yan jî aleke neteweyî li hev nekin lê ez dikarim bêjim ku strana Ez kevok im sirûda giyanî û ruhî ya gelê kurd e. Dibe aliyên siyasî yên kurd li ser sirûd û aleke hevbeş ne xwedî heman nêrînê bin û li hev nekin lê ez bawerim ku her kes li ser vê sirûda ruhî li hev dikin û nabe cihê nakokiyê di navbera tu kesî de. Ez kevok im dibe dengvedana kêfxweşiyê di dilên wan de û yekitiyekê di dengê dilê wan û awazê dilê wan de diafirîne”.

Çawa ku axa kurdan hatiye talankirin her wiha çand, huner, çîrok, stran û destanên kurdan jî bi hezaran hatine dizî, talankirin û hêjî tên talankirin. Lê êdî kurd jî haya wan baş ji vê meseleyê heye û qebûl nakin ku kesek stranên wan bidize û bike milkê neteweya xwe.