26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hoy Mamo!

Încîl Selçûk

Mamo, nizanim ji ku dest pê bikim, çi bêjim û çi nebêjim.

Min dixwest behsa tiştên xweş ji te re bikim. Lê dizanim; tu ne ji wan kesên î ku guhên xwe li tiştên xweş vedikin û xwe li yên nexweş jî piştguh dikin. Lewma ez ê hema ji berekî ve hin tiştan bibêjim.

Van rojan 100 saliya temenê te ne. Heke wê êvara bêyom, li wê kuçeya kambax, wan destên tarî, ew guleyên bêbext li bedena te ya westiyayî nehatibûna reşandin, belkî me yê 100 saliya rewşenbîriya te bi hev re pîroz kiriba. Xwedê zane ka ew ê çiqasî ji bo me baş bûya. Serkehniya pênûsa te ew ê ruhê me yê be jî, hişk hola av bida û em pê geş bûbana.

Dijminên ronahî û dostên tarîtiyê bi qeleşî xwestin coka ava vejînê li ser zeviyên me qut bikin û xwestin çiraya me vemirînin. Lewma êrîşî te kirin, tu ji me veqetandin.

Ew êrîşkar pir nezan û çav kor bûn. Zen dikirin ku bi guleyan mirov têne kuştin. Ji korefehmiya xwe fêhm nekiribûn ku çira bi guleyan venamirin, her û her hil in. Ew qasî ehmeq û bê hiş bûn ku sax û miriyan ji hev venaqetînin. Ji ber ku yên şehîd heta hetayê sax, yên qatil di cî de dimirin.

Agahiyek biçûk ji roja 100 saliya te jî bidim te; gelek kesayet û şexsiyetan rojbûna te bi vîdeoyeke dirêj, bi gotina “Rojbûna Te Pîroz Be Apê Musa” pîroz kirin. Di rûpelek Youtubê de weşandin.

Dizanim; ger ji te pirsîbana, te yê bigota; 100 lib şekirê belek bikirin, bi navê min bidin destê 100 zarokên Kurdistanê wan pê şa bikin. An jî li Kurdistanê 100 şitlên daran biçînin.

Lê ma vî zemanê kê bi ya kê dike. Ev Youtube û medya civakî jî hasil bûne, êdî rewşenbîrên me gelek jê, ji Kurdistana serbixwe bêhtir xema şopdarên Youtuba xwe dikşînin…

Êdî çi bêjim; li kolanên bajarên me, hîn jî xwîn dirije. Çiya û newal, têne bombebaran kirin. Hîn jî, di loxeta zaliman de “navê kuştina kurdan paqijahî ye.” Genim û “Qimil” bi hev re tê şewitandin.

Êdî ne tenê fîkandina kurdî, guhdarkirina wê jî dibe sedema êrîşên hovan. Ciwanê kurdan bi sedema guhdarîkirina stranên kurdî, ji dil ve têne kêr kirin.

Nivîskar û rewşenbîrên me piraniya wan bi zimanê dagirkeran dinivîsin. Xwe bi nivîsa tirkî entelektuel dihesibînin. Te bidîta dema tirkî dibe şilde bilda devê wan, te yê hema çav û guhê xwe bigirtana. Ya qenc ez behsa wan nekim. Bi xwedê bibihîzin min tiştin ji te re gotine. Ew ê qiyametê rakin, ji ber canik û camêran ji xwe pir razî ne…

Destê min ji te nabe, lê divê xatir ji te bixwazim. Heta hevdîtinek din. Bi hêviya ku di 101 saliya te de, navê te li 101 dibistanên azad bête danîn, bi xatrê te Mamo.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê