26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend Civan Gasparyan û dûdûk

Dûdûk enstrûmaneke qedîm e û xwedî dengekî efsûnî ye. Di dengê bilûr, dûdûk, ney û meyê de çîrokên Mezopotamyayê bêhna dîroka qedîm a çanda Mezopotamyayê heye. Bingeha dîroka vê enstrûmanê wek a bilûrê xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Dûdûk enstrûmeneke çanda ermenan e. Ji dara mişmişê ya ku li ber tavê hişk bûye, tê çêkirin.

Mirovahiyê cara yekem hest û baweriya xwe bi enstrûmanên wek bilûr, dahol, erbane, dûdûk aniye ziman. Ertan Tekîn ji bo vê yekê wiha dibêje: “Dûdûk û mey ji bo gelên Mezopotamyayê, Anatolya û bi taybetî yên Rojhilata Navîn bûye dengê erdnigariyê. Her çiqas ku niha di gelek zanîngehên Tirkiyeyê yên beşa Konservatuarê de enstrûmanên ermenî û kurdan bi tu awayî li ser navên wan neyê binavkirin jî, rastiya van enstrûmanan berbiçav in. Dûdûk enstrûmana ermeniyan a pîroz e ku navê ‘Tzirana Poğ’ lê dikin; mey jî wek ‘meya kurdan’ tê pênasekirin.”

Efsaneya dûdûkê

Ka bi pênaseya Sûren Aseduryan em li çîroka dûdûk mêze bikin: “Li gorî efsaneyekî, piştî tofanê keştiya qewmê pêxember Nuh xwe li serê çiyayê Agirî daniye û tovê mirovahiyê carek din ji vir belav bûye. Bi destpêkirina çîroka mirovahiyê, di heman rojê de bikaranîna dûdûkê jî dest pê dike. Ji wê rojê û vir ve gelek kesan li dûdûkê xistine lê belê yên ku ji heqê wê derketine pir hindik in…”

Hostayê xwe matmayî dihêle

Kesên ku heqê dûdûkê, bilûrê, meyê dide bi rastî jî êdî pir hindik in. Yek ji van vîrtozê dûdûkê jî Civan Gasparyan e ku di 6’ê tîrmeha 2021’ê de çû ser dilovaniya Xwedê. Di zarokatiya wî de li salonên sînemayê filmên bêdeng bi muzîkên gelêrî dihatin nîşandan û Gasparyan cara yekem dûdûkê di fîlmekî de guhdar dike, bala wî dikişîne. Jê re dibe meraq û dikeve pey şopa vê enstrûmanê. Di 6 saliya xwe de ji ber xwe hînî lêdana dûdûkê dibe. Pişt re di sala 1943’an de ji Markar Markaryan (hostayekî dûdûkê) daxwaza dûdûkekî dike. Markaryan ji ber temenê wî yê biçûk henekê xwe pê dike lê hember israr û xwesteka Gasparyan jî bêçare dimîne, dûdûkekî dide. Gasparyan di nava 6 mehan de bi şev û roj li vê enstrûmanê dixe û dawiya dawî bi awayekî ku hostayê dûdûkê Markaryan jî bi terzê xwe matmayî dihêle. Êdî rêwîtiya wî ya bi vê enstrûmanê re dest pê dike.

Civan Gasparyan li Moskovayê tev li pêşbirkeke navneteweyî ya enstrûmanên pifkirinê dibe. Ew cara yekem bi straneke Gomîdas derdikeve ser dikê. Kesên ku hatine salona konserê û yên tev li vê pêşbirkê bûne cara yekem dûdûkê dibînin û dibihîzin. Gasparyan di wê pêşbirkê de bi ser dikeve û her diçe bi hunermend û stranbêjên navneteweyî re tê gel hev. Helbet ji zarokatiya xwe ve ji aliyekî ve dixebitî li malbata xwe mêze dikir, li aliyê din jî bi her du destên xwe û dilê xwe bi enstrûmana xwe girtibû. Gasparyan bi vê pêşbirkê êdî hem derdikeve ser dikê hem jî li dawetên Ermenistanê li dûdûkê dixe û her wiha di warê aboriyê de alîkariya malbata xwe dike.

Li ser dikên cîhanê

Vîrtozê dûdûkê Civan Gasparyan ji salên 1956’an heta 1988’an li gelek deverên cîhanê digere, li ser dikên binavûdeng konseran dide û bi terzê xwe û enstrûmana xwe tê nasîn. Yanî êdî tenê ne li ser dika Azerbeycan – Ermenistanê li gelek deverên cîhanê bi albûmên xwe tê nasîn.

Fîlmê Gladyator

Gasparyan êdî bi muzîkên xwe yên ku çanda ermeniyan li gelek deverên cîhanê belav dike, tê nasîn. Bi orkestrayên senfoniyê yên herî popûler, bi muzîkjenên wek Peter Gabriel, Lionel Ritchie, Michael Brook û hwd. re dest bi xebatên xwe dike. Li Amerîka û Ewropayê gelek albûmên xwe çêkirin. Ji fîlmên bi navê ‘Ronin’ heta ‘Gladyator’ muzîkên wan çê kirin. Gasparyan ji 6 saliya xwe heta 95 saliya xwe kedeke mezin daye huner