spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îdrîs  Balûken: Tecrîd sûcek e li beramberî mirovahiyê tê kirin

Wekîlê Serokatiya Koma Partiya Demokratîk ê berê  Îdrîs Balûken ku li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî ye, piştî demeke dirêj ji çapemeniyê re axivî. Balûken ji rojnameya Yenî Yaşamê, bi Gulcan Derelî û Huseyîn K. Akçadagê re axivî.

Tecrîd pirsê kûrtir dike

Balûken di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê û wih got: “Tecrîd di çarçoveya şexsî û civakî de bi tu awayî bi normên mirovî, wijdanî, ehlaqî, civakî an jî baweriyê re li hev nake. Her wiha ji aliyê hiqûqî ve jî ne bi mewzûata Destûra Bingehîn re ne jî bi peymanên navneteweyî re nagunce. Ev sûcek e ku li beramberî mirovahiyê tê kirin.”

Têkildarî vê yekê ev hewldan û daxwazên ji bo rakirina tecrîdê dibin hincet ku vîna aştiyê tim bê zindîkirin. Beriya ku li girtîgehan mirin çêbibin, divê hemû derdorên bêriya azadî, aştî û demokrasiye kirine, ji bo vê yekê pêşengtiyê bikin. Partiyên siyasî, STK, sendîka, rêxistinên pîşeyî, saziyên mîna yên mafên mirovan û her wiha rewşenbîr, hunermend, aştîxwaz tev li vê bibin.”

Hevdîtinan çareserî bi pêş dixistin

Balûken li ser pirsa rojnamegeran behsa hevdîtinên komîteya Îmraliyê jî kir û ev yek anîn ziman: “Nîqaşên heyeta me yên bi birêz Ocalan û heyeta dewletê re ji bor ê li ber pêvajoyeke sotîner a rojane bê girtin dihatin pêşxistin. Nêzîktêdayîn û nirxandinên xelet dibin sedem ku pirsa kurd mezintir bibe û girêyên kûrtir lê bikeve. Bi vî awayî Tirkiye di nav civaka navteweyî de tene dimîne.

Divê paradigma rêya sêyem li kar be

Balûken der heqê biryara girtina HDP’ê de jî axivî û wiha got: “Em xerîbê van qedexe û girtinan nînin. Dixwazin HDP’ê kerr bikin. Di şexsê HDP’ê de dixwazin qada siyaseta demokratîk û hemû bindestên li welêt bigirin. Ji bor ê li ber vê yeke bê girtin divê xeta berxwedanê ya herî berfireh bê duristkirin, bertek û helwestên siyasî, hiqûqî, civakî bên dîtin û liberçavgirtin û ev veguherin helwestên encamgir. Ji bo vê divê HDP paradigmaya xwe ya rêya sêyemîn derxe pêş an jî bi pênasekirineke hê zelaltir divê gel qanih bike. Divê têgihiştinên xelet ên tifaqa hilbijartinê yên ku ji asteke pragmatist wêdetir naçin bên terikandin û li şûna van nexşerêyek bê duristkirin da ku çareseriyeke programatîk û yasayî bê pêşxistin.

‘Divê ronahî neye babihewakirin’

Balûken di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir û wiha pê de çû: “Ez dixwazim gelê me li beramberî reşbînî û bedxwaziya ku li ser gelê me tê ferzkirin hêvîşkestî nebe. Ji bo mij û morana herî sext ji holê rabe fîtiniyeke bibiryar a bayî bes e. Divê ew ronahiya li pişt mij û moranê neye babihewakirin. Ez û hevalê min ê qoxûşê M. Alî Bul (Hevserokê Şaredariya Dêrsimê) slavên germ ji gelê xwe yê birûmet û welatperwer re dişinin.”