27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ez nikarim di bin dagirkerî û bêdengiyê de bisekinim’

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî doh di derbarê operasyon û hebûna artêşa Tirkiyeyê ya li ser herêma başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî pêşkêşî  Serokatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir û bal kişand ser metirsiya dewleta Tirkiyeyê ya ku li xaka başûrê Kurdistanê dide peydakirin. Piştî nameyê, siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, li herêmê rastî hin zext û nerazîbûnan hat.

Edhem Barzanî dê bi tevgereke nû vegere welat

Li ser vê mijarê siyasetmedar Edhem Barzanî diyar kir ku ew bi tu awayî nikare di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê de bimîne û ji bo vê jî bi îradeya xwe ew ji Kurdistanê derdikeve û got: “Li welatê ku dewleta dagirker a tirk dagir bike û li hemberî vê hikûmeta herêmê bêdeng bimîne ez nikarim lê bimînim. Ez bi tu awayî ji axa Kurdistanê nerevîm. Di demeke nêz de ez ê bi tevgereke gel a şoreşgerî vegerim ser axa xwe. Xebatên min di vî alî de hene û gel piştgiriyê dide. Baweriya min bi tu partiyan nîne. Tenê baweriya min bi Tevgera Şoreşgerî heye. Ji bo vê jî xebatên min hene û di demek nêz de ez ê vegerim Kurdistanê.”

Nameya vekirî ya ji bo hikûmeta Başûr

Edhem Barzanî di nameya xwe ya doh  ku ji Serokatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Netewên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re şandibû de diyar kiribû ku dewleta Tirkiyeyê herêma Kurdistanê dagir dike û li hemberî vê bêdengî heye û ev bang kiribû: “Ez bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewldanek bikin, çi bi rêya guftûgo û danûstandinên dualî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aştî û mafê mirovan re digirin, da ku bikarin zextê bikin û sînorek li pêş sînor bezandin û dagirkeriyê bigirin.”