5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Îşkenceyê di dema erdhejê de jî navber neda

ÎHD’ê rapora xwe ya çavdêriyê ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên herêmên erdhejê parve kir. ÎHD’ê da zanîn ku îşkence û muameleya xirab a li dijî girtiyan di dema erdhejê de jî dewam kir.

Komeleya Mafên Mirovan, rapora çavdêriyê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li herêmên erdhejê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hate dayîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen tev li daxuyaniyê bûn.

Ozturk Turkdogan di daxuyaniyê de got ku êşa erdhejê hêjta berdewam e û wiha got: “Weke ÎHD’ê em gelek caran çûn herêmên erdhejê. Hevalên me çûn serdana girtiyên ji ber erdhejê hatin sewqkirin. Me bang li Wezareta Dadê kir ku têkildarî mijarê raya giştî agahdar bike û bi malbatên girtiyan re hevdîtinê bikin. Di vê pêvajoyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 12 girtî jî birîndar bûn. Her wiha gelek îdiayên îşkence û miuameleya xirab hatin ber destê me.”

Muameleya xirab

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî da zanîn ku gelek girtî li girtîgehên cuda hatine sewqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji Girtîgeha Tîpa T a Hatayê 250 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin. Di dema sewqkirinê de gelek pirsgirêk derketin. Girtî rastî îşkence û muameleya xirab hatin. Îşkence û muameleya xirab li 41 girtiyan hate kirin. Dema girtî cara ewil ketin Girtîgeha Tîpa S a Kavaka Samsunê, lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Agahî bo me hat ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hatine derbkirin û 2 girtî sewqî Girtîgeha Tokatê hatine kirin.”

‘Divê girtî weke mexdûrên erdhejê bên hesibandin’

Bi domdarî Çevîrmen destnîşan kir ku ji ber erdhejê gelek girtî pirsgirêkên psîkolojîk dijîn û wiha domand: “Divê piştgiriya psîko-sosyal bidin girtiyan. Malbatên girtiyan ji ber erdhejê pirsgirêkên madî dijîn û roj bi roj xizantir dibin. Divê girtiyên ku malbatên wan li herêmên erdhejê dijîn û bandor lê bûye, weke mexdûrên erdhejê bên hesibandin. Di vê çarçoveyê de hemû pêdiviyên wan bên pêşwazîkirin. Li gorî agahiyên li ber destê me, li girtîgehên Meletî, Mereş û Hatayê mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û îşkence û muameleya xirab lê tê kirin. Rêveberiyên girtîgehan nmecbûr in ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêzin. Di rêziknameya 29’ê adara 2020’an de hat destnîşankirin ku erdhej pirsgirêkeke ewlehiya hundirîn e. Lê erdhej ne pirsgirêkeke ewlehiyê lê karesateke xwezayî ye ku divê li dijî wê tevdîr bên girtin.”

Divê lêpirsîn bê kirin

Çevîrmen bal kişand ser Xala 17’emîn a Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Divê mafê jiyanê yê girtiyên li herêmên erdhejê teqez bê parastin. Divê der heqê kesên berpirsyartiya wan di van mirin û birîndarbûnan de heye de jî lêpirsîn were destpêkirin û ev pêvajoya bi zelalî bê meşandin. Her wiha divê der heqê rayedarên girtîgehên ku girtî lê hatine sewqkirin û li wir rastî îşkence û muameleya xirab hatin de jî lêpirsîn were destpêkirin. Divê sepana xistina girtiyan li odeyên yekkesî ya li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind û Girtîgehên Tîpa S tavilê bê bidawîkirin.”

Çevîrmen, got ku di pêvajoya erdhejê de girtî bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû mane û wiha pê de çû: “Li girtîgehên nû hatine vekirin pirsgirêka revîrê didome û mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Di heman demê de divê sepana lêgerîna nava dev jî tavilê bê bidawîkirin.”

‘Bila zarokên girtî bên berdan’

Di berdewamê de Çevîrmen bal kişand ser rewşa zarokên girtî û wiha derbirî: “Divê zarokên girtî neyên darizandin û tavilê bên berdan. Her wiha divê jinên ku tevî zarokên xwe di girtîgehê de tên ragirtin, di çarçoveya tevdîran de bên berdan. Her wiha bila înfaza jinên girtî yên ku zarokên wan ji erdhejê bandor bûne û pirsgirêka cihê mayînê dijîn, bê taloqkirin. Hewce ye pêdiviyên alavên hîjyenê û pedê yên jinan bê pere bên pêşwazîkirin.”