26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îmam Dede:Komplogerî li dijî Îmraliyê ji hev ket

Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk didome. Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Xarpêtê Îmam Dede têkildarî tecrîdê û encamên wê axivî. Îmam Dede diyar kir ku tecrîd dewama projeya gladyoya navneteweyî ye ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin.

‘Proje li Pentagonê hat meşandin’

Îmam Dede da zanîn ku di komplo û tecrîdê de armanc ew e ku pêşî li paradîgmaya Abdulah Ocalan bigirin û wiha axivî: “Xwestin ku pêşî li paradîgmaya Abdullah Ocalan bigirin ku li Rojhilata Navîn belav bûye. Tecrîdê jî weke rêya dawî ya vê yekê dîtin. Bi vî zext û îzolasyonê giran kirin. Ev proje li Pentagonê hatiye amadekirin, bi tevlîbûna Amerîka, Îngilistan Fransa, Yewnanistan û Tirkiyeyê hate meşandin. Hêzên emperyalîst beriya her kesî bi paradîgmaya Rêberê PKK’ê hesiyan, lewma ketin dewrê.”

‘Nikarin pêşî li paradîgmayê bigirin’

Îmam Dede diyar kir ku hêzên welatparêz, demokratîk û sosyalîst ev proje gelekî dereng fêhm kirin û wiha got: “Lewma pêvajoya heyî bu sêdem ku polîtîkayên girtina partî û saziyan bên meşandin. Piştî ku Rêbertî dîl girtin hîn bi rehetî tevgeriyan. Dema ku ev kirin jî hewl dan têkiliya Rêbertî ya bi gel re bibirin. Hewl dan ku wî li wê derê tune bikin, birizînin. Lê belê paradîgmayeke welê ya rêbertî heye ku nekarîn pêşî lê bigirin. Hegemonya kapîtalîst û emperyalîst di pêvajoya Îmraliyê de ji hev ket.”