Tuesday, September 28, 2021

Iraq li ser sêla sor e

Serdem Silo

Xwepêşandanên di sala 2019’an de li Iraqê rû dan wekî ‘Şoreşa Cotmehê’ jî tê zanîn. Di 1’ê cotmeha 2019’an de, li Bexda û parêzgehên başûrê Iraqê, li hemberî têkçûna rewşa aborî, zêdebûna gendelî û bêkariyê ya ya li welat dest pê kirin. Xwepêşandêran daxwazên xwe heta hilweşandina rêjîma desthilatdar bilind kirin û di encamê de hikûmeta Adil Ebid El-Muhdî istîfa kir û hikûmeteke demkî hate avakirin. Pê re jî hilbijartinên pêşwext hatin diyarkirin. Hêzên ewlehiyê jî bi darê zorê li hemberî xwepêşandêran derketin û çek jî bi kar anîn. Di encamê de nêzî hezar xwepêşandêran jiyanên xwe ji dest dan û bêhtirî 15 hezar xwepêşandêrên din jî birîndar bûn.

Di encama xwepêşandanên cotmehê de hikûmeta serokwezîrê berê Adil Ebid El-Muhdî di dawiya meha mijdara 2019’an de istîfa kir. Piştre serokwezîrê niha Mistefa El-Kazimî hate erkdarkirin. El-Kazimî jî ragihand ku dê hemû daxwazên şoreşa cotmehê pêk bîne. Lê heta niha El-Kazimî tu çaksaziyeke rasteqîn pêk neaniye da ku rewşa jiyanî û aborî ya xirab li Iraqê were başkirin. Berovajî wê nirxa dînarên Iraqê li hemberî dolar gelekî daket.
Dosyeya ewlehiyê li Iraqê jî heta niha nehatiye çareserkirin. Ya rastî hikûmeta Iraqê nikaribû dosyeya DAIŞ’ê bi dawî bike; tevî ku di kanûna 2017’an de li dijî DAIŞ’ê serkeftina cografîk hate ragihandin. Lê hê jî DAIŞ bi hêsanî di axa Iraqê de tevdigere û di van demên dawî de jî êrîşên xwe li dijî hêzên Iraqê zêde kirine. Gelek kes jî der barê vegereke xurt a DAIŞ’ê ya li ser qada Iraqê de metirsiyên xwe tînin ziman.
Li gorî çavdêran hin hêzên derve hê jî alîkariya DAIŞ’ê dikin. Rayedarekî şepêla El-Sedir ê bi navê Hakim El-Zamlî eşkere kir ku Tirkiye û herêma Kurdistanê derbasbûna DAIŞ’ê bi awayekî veşartî ber bi Iraqê ve hêsan dikin. Gelek raporên navneteweyî jî aşkere dikin ku pêkan e DAIŞ cardin vegere Iraq û Sûriyeyê.
Tevî sozên El-Kazimî der barê çaksazî û peydakirina derfetên kar ji ciwanan re û başkirina rewşa jiyanî de, dîsa jî rewşa aborî li seranserî Iraqê serûbinê hev bûye. Bi taybet piştî ku nirxê dînarê li hemberî dolarê gelekî daket ev qewimî. Her wiha li aliyekî din jî buhaya petrolê bilind bûye.

Ji bilî vê yekê, ji destpêka îsal ve li hin parêzgehên Iraqê xwepêşandanên li hemberî têkçûna rewşa jiyanî li qadan hatin lidarxistin û bi taybet piştî daketina nirxê dînarê li hemberî dolarê. Ji destpêka îsal ve bi dehan xwepêşandêran li ser destên hêzên ewlehiyê jiyanên xwe ji dest dan û bi taybet li parêzgeha El-Besrayê gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha karmendên girêbestan û wekaletan nerazîbûna xwe anîn ziman. Li aliyekî din rêjeya kuştin, revandin û girtina çalakvanan li qadên xwepêşandanan zêde bû. Ev bûyerên ku niha rû didin jî nîşaneya şoreşeke weke şoreşa cotmeha 2019’an li Iraqê ye.
Di eslê xwe de ev bûyerên li Iraqê rû didin, wekî rûdanên salên borî ne û ev yek nîşan dide ku alozî dê ji berê girantir bibe. Tevî ku hilbijartinên pêşwext li ser daxwaza serokwezîrê niha Mistefa El-Kazimî li ber derî ye (10 cotmeha bê) jî hilbijartin ji daxwaza iraqiyan û aloziya aborî ya welêt re tiştekî peyda nake. Nemaze gelek bilokên siyasî vekişîna xwe ji hilbijartinan ragihandin û di nava wan de şepêla El-Sedir jî heye ku ev jî li Iraqê biloka herî mezin e. Çavdêr destnîşan dikin ku alozî girantir bûye: Ji ber ku El-Kazimî nikaribû dosyeya ewlehî û darayiyê bi gelek dosyeyên din re çareser bike. Bi taybet aliyên şîayî piştî ku El-Suleymanî hate kuştin, zextên xwe zêde dikin û bi israr daxwaza derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dikin.

Dema ku em li rewşa Iraqê ji başûr heta bakur temaşe dikin, em dibînin ku gelek hêzên herêmî û navneteweyî tê de xwedî ajandayên taybet in û her yek ji wan bi riya leşkerkirina gelek komên çekdarî dixwaze ajandaya xwe pêk bîne. Heta DAIŞ û birayên wî ji bo armanc û ajandayên xwe yên stratejîk li Iraqê pêk bînin û di encamê de serweriya xwe li ser qada Iraqê ferz bikin. Tirkiye û Îran du hêzên nefermî ne ku li herêmên Iraqê bi cih bûne. Her du jî pêşbirkiya hevûdu li ser axa Iraqê dikin; bi armanca ku serweriya xwe li ser Iraqê ferz bikin. Bi taybet li herêmên bi nakok yên girêdayî madeya 140’î li van herêman tevliheviyeke ewlehî û valahiyeke ewlehiyê tê jiyîn, ev yek jî rê ji komên çekdar re hêsan dike da ku serweriya xwe li van herêman ferz bikin. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên iraqî, li Iraqê nêzî 7 hezar endamên çeteyan hene û ji aliyê hêzên derve ve tên fînansekirin.
Ji ber ku Tirkiye û Îran di Iraqê de xwedî ajandayên taybet in, Îran piştgiriya hêzên şîayî dike da ku hîlala xwe ya şîayî ava bike û eniya xwe ya hundirîn bi riya Iraqê biparêze. Tirkiyê jî hewl dide bi turkmenan bêhtir dengên sunniyan werbigire; bi armanca ku bi hêsanî serweriya xwe li ser herêmên Kerkûk û Mûsilê ferz bike. Her du jî dixwazin serweriya xwe li herêmên petrolê û dergehên sînor ferz bikin da ku karibin aboriya xwe ya hundirîn geş bikin. Nemaze her du welat jî di aloziyên aborî yên giran re derbas dibin û dixwazin gotina wan a siyasî li Iraqê were bihîstin.
Tirkiye û Îran dixwazin di hilbijartinên bê de bêhtir dengên alîgir werbigirin da ku bi riya van kesan serweriya xwe li ser parlemana Iraqê jî ferz bikin û di encamê de qanûnên parlemanê li gorî xwe derbixin û bi vê yekê dê serweriya xwe li ser qada siyasî ya Iraqê jî ferz bikin.

Pêşbirkiya Tirkiye û Îranê ya li ser qada Iraqê nîşana têkçûna Iraqê ye û ev jî dide diyarkirin ku bêaramiyeke hemdem dê li Iraqê were meşandin. Di van rewşan de jî ne pêkan e hilbijartin bêne lidarxistin. Ji ber ku Iraq di rewşeke aloz a giran re derbas dibe û bi vê yekê kaxeza çaksaziyê ku El-Kazimî pêşkêş kiriye tê şewitandin.
Ji ber ku gelek dosyeyên wê hê jî taloqkirî ne û nehatine çareserkirin. Di vê dema bê de, tişta ku li benda Iraqê ye ev e: ‘Dibe ku qada Iraqê bi şerekî navxweyî re rû bi rû bimîne û agirê wê bi hêsanî neyê vemirandin.’ Her wiha hê jî çalakvanên Iraqê ji hikûmeta El-Kazimî daxwaz dikin ku kujerên xwepêşandêran bêne aşkerakirin. Xwepêşandêr gefan li hikûmetê dixwin ku dê careke din vegerin kolanan û xwepêşandanan beriya hilbijartinan li dar bixin. Gelek çavdêrên rewşa siyasî ya Iraqê dibînin ku eger hilbijartin di dema xwe de jî bêne lidarxistin aloziya siyasî dê girantir bibe.