27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê bi fûzeyan bersiva êrîşa Hemasê da

Ji dema ragihandina agirbestê vir ve di navbera Israîl û Filistînê de ev cara pêşiyê ye ku dîsa êrîşek li dijî Xezayê pêk tê. Serê vê sibehê xelkên Xezayê bi dengê teqînên dijwar ji xew rabûn. Li gorî çavkaniyên israîlî ew êrîşa balafirên Israîlê ya li ser Xezayê di encama bersivdayîna êrîşeke Hemasê ya bi ‘Balonên Şewatê’ pêk hatiye. Li gorî wan çavkaniyan di encama avêtina balonên şewatê de agir bi gelek zeviyên israîliyan ketine li zêdeyî 20 cihên cuda şewat derketiye.
Wekî tê zanîn ev êrîşên bi balonên şewatê ji alî Hemasê ve li dijî niştecihên israîliyan tên bikaranîn û zeviyên wan tên şewitandin.
Ji aliyekî din ve ev êrîşa yekemîn e ku piştî agirbesta 20’ê meha gulanê û êrîşa yekemîn e di serdema hikûmeta nû ya Israîlê ya bi serokwezîrtiya Neftalî Bennett hatiye avakirin.