26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê êrîşî gemiyeke Îranê kir

Piştî nûçeya ku Israîlê gemiyeke Îranê li Derya Sor kiriye hedefa xwe di medyayê de hate belavkirin, televizyona fermî ya Îranê jî nûçe piştrast kir û da xuyakirin ku gemiyeke wan li Derya Sor hatiye hedefgirtin.

Êvara roja sêşemê gemiyeke Îranê li Derya Sor li peravên nêzî Yemenê bû hate hedefgirtin. Li gorî agahiyan gemî wekî baregehekê ji alî pasdarên Îranê ve dihate bikaranîn.

Li gorî hin agahiyan êrîş ji alî komandoyên Israîlê ve hatiye kirin û wan bombeyeke mixnatîsî bi gemiyê vekirine û paşê teqandine.

Li gorî Îranê gemiyê parastina bazirganiya Derya Sor dikir û li gorî agahiyên din pasdarên Îranê ji wir şerê Yemenê kordîne dikir û gemî ji bo komkirina agahiyên istixbaratî dihate bikaranîn.

Li gorî agahiyan ew gemî ya şirketeke Îranî ye û ji sala 2016’an de li wê devera Derya Sor hatiye rawestandin.