26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Osman Eren 25 sal in li benda edaletê ye

Salên 1990’î, ji bo kurdên bakurê Kurdistanê salên herî tarî û biêş bûn. Di van salan de, bi sedan siyasetmedar, ronakbîr, rojnamevan, xebatkar û pêşengên kurd jî di nav de, bi destê hêzên tarî yên mîna JÎTEM’ê, bi hezaran kurd bi rêbazên cur bi cur hatin kuştin, îşkence li wan hat kirin û hatin revandin. Hê jî aqûbeta bi hezaran kurdan nayê zanîn. 

Bêguman ev êrîş û hewldanên tepisandin û têkbirina kurdan ne bêsedem bûn. Lewre di van salan de, kurdên bakurê Kurdistanê hem li qada siyasetê xurt dibûn û hem jî rêxistinbûna civakî bi pêş diket.  

Yek ji van kesan Hanim Erene e ku di bin çavan de bi îşkenceyê hat kuştin. Erena 46 salî, sala 1996’an bi hevjînê xwe Osman Eren re 25’ê îlona 1996’an, li taxa Barbaros a navçeya Silopiyaya Şirnexê tê binçavkirin. Li gorî Osman Eren dibêje, hevjîna wî bi îşkenceyeke dijwar, li Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê jiyana xwe ji dest dide.

Piştî kuştina Eren, polîs hewl didin malbatê qanih bikin ku qaşo wê xwe kuştiye. Polîs dixwazin bi Osman Eren ê di bin çavan de bidin gotin ku “PKK’ê ew kuştiye”. Lê malbata Eren vê qebûl nake. Di ser kuştina Hanim Eren re 25 sal derbas bûn, lê hê jî ‘kujer nehatine dîtin’ û malbata Eren li benda edaletê ye.

 Osman Eren têkildarî bûyera kuştina hevjîna xwe Hanim Eren ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî axivî.

‘Min bawer nekir’

Eren anî ziman ku hevjîna wî bi îşkenceya polîsan hatiye kuştin û wiha behsa wê rojê kir: “Ew roj tu caran ji ber çavê min naçe. Serê sibehê bi ser malê min de girtin. Ez û hevjîna min, em binçav kirin. Em sê şevan li emniyetê man. Hevjîna min birin. Paşê ji min re gotin, ‘Hevjîna te bi cilên xwe di bin çavan de xwe xeniqandiye û em pê hesiyane û me ew rakiriye nexweşxaneya Amedê’. Min ji wan bawer nekir û wan ez berdam.”

‘Dewletê hevjîna min kuşt’

Eren diyar kir piştî kuştina hevjîna wî polîs dîsa dev jê bernedane û jê xwestine ku welêt biterikîne, heger na ew ê jî were kuştin. Eren ragihand kir ku li ser cenazeyê hevjîna wî şopên îşkenceyê hebûne û wiha got: “Laşê wê tev reş û şîn bûbû. Mêjiyê sere wê bi kincên wê ve mabûn. Emniyetê got, ‘Xwe bi kincên xwe xeniqandiye’. Lê hevjîna min ne yeke wisa bû ku xwe bikuje. Mirovek wê çawa bikaribe xwe bi kincên xwe bikuje? Dewletê hevjîna min kuşt.”

Bi ceyranê îşkence li min kirin’

Osman Eren herî dawî xwest ku kesên bûne sedema mirina hevjîna wî hesab ji wan bê xwestin û wiha got: “Wê demê 13 caran ez binçavkirim. 12 caran bi ceyran û ava cemidî îşkence li min kirin. Ez wan rojan tu caran ji bîr nakim. Zilma ku dewletê li min kiriye tu kesî li min nekiriye. Edelet ji her kesî re lazim e. 25 sal derbas bûn, lê hê jî kesên hevjîna min kuştin nehatine darizandin. 25 sal in, em li benda edaletê ne. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. “