6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îstinafê cezayê rojnameger Gok erê kir

Dadgeha Îstinafê sal û 6 meh û 22 roj cezayê ku ji ber kişandina wêneyên kuştina Kemal Kûrkût li rojnameger Abdûrrahman Gok hatibû birîn, erê kir.

Danişîna biryardayînê ya doza rojnameger Abdûrrahman Gok ku di Newroza 2017’an a Amedê de wêneyên dema qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kişandibûn, di 30’yê hezîrana 2022’yan de hatibû lidarxistin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû Gok. Dadgehê ji ber nûçeyên Gok ên der barê êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û parvekirinên wî yên li ser medyaya sanal ên têkildarî van nûçeyan ceza birîbû.

9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir. Îstinafê îdia kir ku di biryarê de “tu tiştekî nelicih tune ye” û bi yekdengî serlêdana hatiye kirin red kir.

Parêzerê Gok, Resûl Temûr biryara îstinafê nirxand. Temûr destnîşan kir ku cezayê ku li Abdurrahman Gok hatiye birîn derhiqûqî ye û got ku her kes dizane ku dadgeh bi armancên hiqûqî hereket nekiriye. Temûr destnîşan kir ku dadgeh hem hiqûqî tevnegeriyaye hem jî xalên qanûnê pêk neaniye.

Temûr da zanîn ku ji ber ku di biryara dadgeha herêmî de nelicihî hebû serî li îstinafê dane û got ku serlêdana wan piştî 3 mehan bi hincetên matbû hatiye redkirin. Temûr bi lêv kir ku îtirazên wan ên di serlêdanê de, dîmenên nûçeyan ên ku bi daxwaznameyê re berpêşî dadgehê kirine esas nehatine girtin û got ku biryara îstinafê bêhukm e.

Temûr da zanîn ku ji ber ku biryara navborî ne hiqûqî û qanûnî ye, dê serî li temyîzê bidin.