26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

J.R.R Tolkîen: Zar û zimanê fantazmayê

John Ronald Reuel Tolkîen, an jî zar û zîmanê edebiyata fantastik, li seranserî cîhanê xweyî navdariyeke yekta ye. Heta niha ji bo Tolkîen gelek tişt hatine gotin, hema bêje kuliyatek ji bo jînenîgariya wî hatiye amadekirin, lê der barê Tolkîen de, der barê raz û efsûniya afrîneriya wî de gelek tiştên negotî hêj hene.

J. R. R. Tolkîen di 3’ê çileya 1892’an de li Bloemfonteinê li Afrîkaya Başûr ji dayîk bû. Bavê wî Arthur Reuel Tolkîen karmendekî bankayê bû û bi hewesa jîyaneke payeberz, di salên 1980’î de, berê xwe dabû Afrîkaya Başûr û li wir dest bi kar kiribû. Piştî bavê Tolkîen di 1896’an de koça xwa bar kir, ew bi malbatî vegeriyan Îngilistanê û li wir bi cih bûn. Hinek gotegot hene li ser almanbûna malbata Tolkîen lê qet şik tê de tune ye ku wan hemû xwe wekî îngilizên xas dihesibandin.

Ronald Tolkîen li Bîrminghamê dest bi xwendina xwe kir lê malbatê gelek caran cih guherand û wî jî li dibistanên cuda xwendina xwe domand. Piştî demeke kin diya Tolkîen, Mabel ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da û ew jî çûn gihîştin xaltika xwe Beatrîceyê.

Zarokê zimanan û bîra derdorê

Ronald dema li dibistanê dixwend, hem wî bi xwe hem jî mamosteyên wî, kifş kirin ku şiyaneke wî ya şareza li ser zimanan heye û di fêrbûna zimanan de pir jîr e. Ronald ziman ji xwe re xistibû cîhaneke şahiyê; di wî temenê xwe yê piçûk de, dest pê kir xwe bi xwe zimanekî çêkir. Bi vî awayî wî bingeha zimanê elfî di piçûkatiya xwe de avêtibû. Latînî û Yûnanî zû fêr bû, dû re berê xwe de bikaranînên dêrîn ên zimanan û xwe fêrî hinek zimanên din kir.

Tolkîen biçûya ku derê, derûdor û hawira wir, kêş û hewaya wir diheband û di bîra xwe de bi cih dikir, lewra dizanîbû dê di demên bê de bi kêrî wî were. Her diçû Tolkîen hejmara zimanên dizane zêdetir dikir; li ser îngiliziya dêrîn, zimanên cermenî (nexasim yên gotik), galî, fînî bûbû pisporekî ser pozê xwe re. Êdî, hêdî hêdî dest bi wergera berhemên klasîk jî dikir.

Lehengên wî ji jiyana wî bûn

Şerê hemdinyayê li ber derî bû û piştî çendekê Tolkîen jî neçar ma beşdarî şer bibe. Lê li çeperên şer, ew bi nexweşiya tîfûsê ket û piştre wî şandin mal. Tolkîen mirovekî katolîk û bawermend bû, di şer de jî gelek hevrêyên xwe bû. Şîna wan vediguherî afrîneriyê, hêdî hêdî.

Tolkîen dil dabû Edith Mary Brat û pê re zewicî. Edith dê ji bo Tolkîen û ji bo lehenga wî ya honakî Lúthien Tinúviel bibûya îlham. Piştî zewacê û piştî şer Tolkîen wekî ferhengnasê alîgir, di nav xebata Ferhenga Îngilizî ya Oxfordê de, cih girt. Pê re pê re, bi hemdê xwe dest bi weşandina berhemên xwe kir.  Tolkîen tev li cîhana akademîk bû, bû profesor jî heta, lê wî tim afrîneriya xwe bi pêş dixist û tûrikê xwe dadigirt. Ji xwe re cîhanek afirandibû: Cîhana Navîn (Middle-earth)

Hobbît an jî destpêkeke mîtolojîk

Tolkîen ji xwe re xistibû wekî edetekê û tim ji zarokên xwe re çîrokine mitolojîk û efsanewî vedigot. Helbet piştî mirina wî ev çîrokên wî yên bi navê Bay Bliss, Roverandom, yên ji serdema wî ya ewil jî hatin çapkirin. De Tolkîen e meriv nizane ka çawa difikire, rojekê li ser rûpelekê wiha dinivîse: “Li kuneke di nav erdê de Hobbîtek jiyabû” û li ser vê yekê têra dilê xwe ponijî. Diviyabû pê derxista  ka Hobbîtek çi ye, di kuneke çawa de dijiya û çima di kunekê de dijiya? Tolkîen vê yekê wekî çîrok ji zarokên xwe re vegot, lê her ku diçû cîhana çîrokê berfirehtir dibû, çîrok bi ser hev de dinepixîn.Tolkîen çîrokên xwe derbasî nivîsê kirin û ew dan weşandin. Di sala 1937’an de Hobbît weşiya.  Çîrokan bandoreke ecêb li zarokan kiribû û pir hatibûn ecibandin. Li ser vê yekê weşangerê wî jî ketibû bin tesîra vê afrîneriyê û ji Tolkîen pirsîbû: “Gelo hêj tune ne?”

Mîrê Gustîlan û mîta Îngilîstanê

Tolkîen e ma, dê çawa tune be, wî hema di seranserî temenê xwe de, tûrikê xwe bi ziman û çîrokan dagirtibû, îja dora pêşkêşkirina wan berheman bû. Tolkîen li ser daxwazan, dest bi temamkirina çîrokên xwe yên nîvco kir. Wî nimûneyên ewil yên Silmarillion ji weşangerê xwe re şand û li benda berteka xwendevan ma; bertek tevlihev bû û diviya ev tevlihevî bihata birêkûpêkkirin.  ­Lê her diçû ev ji dirûvê çîrokên zarokan derdiketin. Tolkîen di eslê xwe de ji bo îngilîzan mît diafirandin û vê yekê jî dilê xelkê îngilîz xweş dikir.

Tolkîen rabû ji bo temamkirina çîrokê dest bi nivîsîna Mîrê Gustîlan kir. Berhem pir hat nirxandin û rexnekirin; lê belê bi awayekî ecêb dihat firotin û kesî nikaribû rê li ber bigirta. Jixwe piştî demekê çapên berhemê yên qorsan jî derketin. Di sala 1968’an de Mîrê Gustîlan wekî Mizgîniya (Încîla)“Civaka Alternatîf” dihat dîtin.  Bê guman bandorên vê yekê li ser Tolkîen çêbûn; di navbera şanazî û metelmayînê de diçû dihat. Lê belê tu tiştî rê li ber heyranî û hejmetkariya berhemê negirt. Heta hate radeyeke wisa ku heyran û hejmetkariyên berhemê name jê re dişandin, telefonî wî dikirin bê ka Frodo di wezîfeya xwe de bi ser ket an na, baskên Balrogan hebû an na, zimanên ku çêkirine çi ne, dema borî ya Quenyan-lanta çawa çê dibe?

Mirov bi çêkirina mîtan dibe afrîner

Tolkîen ji gelek kesên berê xwe dabûn honaka zanistî cudatir li ser bingeheke mîtîk berhemên xwe diafirandin. Ne ku haya wî ji serdema wî tune bû, berovajî vê yekê ew mirovekî şareza bû, wî kêmasiyên mitoloji û edebiyata îngilizî baş kifş kiribû û li ser vê yekê jî wî berê berhemdariya xwe dabû cureya fantastik a edebî. Ew bi xwe di axaftin û nameyên xwe de ku ji hevalê xwe C. S. Lewis re dişîne, vê yekê wiha destnîşan dike: “Mirovahiyê di seranserî dîrokê de ji bo baweriyên xwe yên bingehîn rave û şirove bike, serî li mîtolojiyê daye û mît afirandiye. Mirov ancax bi afirandina mîtan dikare bibe afrînerekî dîtir ê di bin  Xwedê re û bi dahênana çîrokan dikare bigihêje kemilîna xwe ya cewherî ku berî ji bihuştê bê qewirandin li ser hebû. Dîn hêmaneke bingehîn a afrîneriya Tolkîen e, di eslê xwe de, ew bi berhemên xwe xwendevanên xwe jî vedixwîne ser esasekî dînî

Tolkîen gelek berhemên fantastîk afirandine, piştî wî gelek kesan jî di vê cureya edebî de berhemên hêja dane. Belê berhemên Tolkîen mayînde ne di nav edebiyata cîhanî de, lê belê ew rewşa “civaka alternatîf” dê tim ji bo berhemên wî nikaribe bê bikaranîn. Pêşketin û geşedanên bi lez û bez ên civakî vê yekê piştrast dikin. Piştî Tolkîen cîhaneke yeksan nema û ew hêz û baweriya katolîk a ku Tolkîen xwe dispart wê jî şikiya. Belkî piştî Tolkîen, jinek dê bikaribûya cîhan û “jiyan”ên alternatif biafirîne, li gorî giyanê serdemê civakekê  texeyul bike, belkî navê wê cîhanê “Zivistan” jî bûya, lê dê hewldaneke pir di cih de bûya.  