26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jeo-Polîtîkaya nû û bandora wê

Hiwa Khoshnaw

Ji bo ku em siyaseta navneteweyî û stratejiya nû ya jeo-polîtîk a di sedsala 21’ê de fêm bikin, divê em pêşî rastiya bidawîhatina sosyalîzma pêkhatî (real) qebûl bikin. Sosyalîzma real û hişmendiya wê nêzîkî 100 sal in bandor li tevgerên neteweyî û kurdan kiriye.

Hogir Braima, di gotarekê de ku li web a NRT TV’ê hat belavkirin, diyar kir ku “Amerîka dê di vê sedsalê de karibe hêza xwe ya cîhanî/global bicîh bîne. Lê aborî, leşkerî û teknolojiya welatê Çînê ya bi pêş dikeve vê hêza cîhanî serûbinê dike.” Ew difikire ku dê hevkariya heyî ya di navbera Pekîn û Moskowê de berdewam neke.

Li gorî analîza wî, derket holê ku “Di salên pêş de, Amerîka û Rusya dê li dijî Çînê bi hev re bixebitin. Hêzên Ewropayê dibe bibe qurbanê têkoşîna hêza gerdûnî. Ji ber vê yekê Ewropa di nav panîkê de ye û dixwaze NATO zûtir sererast bike an jî artêşa xwe saz bike û siyaseta xwe ya li derve pêşve bixe”.

Shemal Bashiri jî di analîza xwe de, siyaseta navneteweyî ya nû û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn dibêje, “Sê hêz li Rojhilata Navîn roleka hegemonyayê dilîzin ev jî Tirkiye û Îran û Îsraîl in. Armanca siyaseta navneteweyî tê wateya ku di vê sedsalê de Îran û Tirkiyeyê kontrol bikin”.

Niha em dibînin qonaxên vê jeo-polîtîkaya nû li bakurê Sûriyeyê û Rojava, bi kuştina Qasim Silêmanî û bûyerên li Lîbyayê diqewimin, kêm kêm tên xuyakirin. Armanca vê analîzê ya ku ez dixwazim bigihîjimê ev e.

Piştî hilweşîna sosyalîzma real, bi taybetî di dawiya sedsala 20’an û di 1990’an de, NATO û welatên rojavayî, di kesayeta Sedam Huseyîn de mudaxale li Rojhilata Navîn kirin. Di wê demê de, NATO û welatên rojavayî, di sedsala 20’an de taktîkek cuda li hemberî kurdan meşandin. Ew jî avakirina statuya  nû ya Kurdistanê bû li Bakurê Iraqê,  ‘Başûr’ ku niha jêra dibêjin herêma Kurdistanê. Çend armancên wan hebûn ku yên herî girîng:

Kartên kurdan û netewe-dewletan li dijî hev bikar bînin

Mîna piştî qirkirina ermenan a 1915’an ku wan welatek ermen ê biçûk û qels saz kiribûn, wisa jî herêmek kurdî damezrand.

Ji bo ku tirsa netewe-dewletan bi taybetî Îran û Tirkiyeyê sivik bikin, elîta vê herêmê li dijî kurdên din ên Îran û Tirkiyeyê li gorî Enqere û Tehranê bi kar anîn.

Niha, Tirkiyeya nû êdî ne xwediyê roleke sedsala 20’an e, ji ber ku ‘şerê sar’ bi dawî bûye. Welatên rojava guh nadin Tirkiyeyê. Me di civîna sala 2019’an a li Londonê de dît ku welatên NATO’yê bersiv nedaye daxwazên Erdogan ku YPG’ê wekî rêxistinek terorî bihesibînin. Di dawiya sedsala 20’an de, serokên wekî Talabanî û Ocalan dîtine ku welatên rojavayî û NATO’yê tenê dixwazin kurdan bikar bînin. Wan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li ser bingeha pakêtê (Misak-i Millî) bi hev re an jî cuda bi Enqereyê re têkilî danîn. Mixabin bi kuştina Turgut Ozal re ev hewldan bi rengek neserketî qediya. Heya çend salên dawî, Ocalan di hevdîtinên xwe yêm Îmraliyê de gotibû ku Ozal dixwest pirsgirêka kurd li ser bingeha vê pakêtê çareser bike, lê divê Tirkiye demokrasiya rastîn qebûl bike.

Zîhniyetanasyonalîst/netewperest a tirk, bi taybetî ya AKP û MHP’ê ya ku xwedî pêşîneyên nasyonalîzma alman e, nekarî wî fêm bikin. AKP û MHP, ji bilî demokrasî û hevkariya bi kurdan re, biryar da ku li Rojhilata Navîn di bin serokatiya Erdogan û Qeterê, bi Birayên Misilman re hevpeymanî bikin. Îro Tirkiye li Lîbyayê heman tiştî dike, li wir ew naxwaze bi Hafter re dan û standinê bike, lê ew bi hevalbendek cîhadiyan û misilman re ye. Piştî berxwedana Kobanê ya sala 2014’an ji aliyekî ve hevkariya di navbera YPG’ê û Amerîkayê de û aliyek din jî Erdogan bi eşkere li hemberî kurdên li Bakur û Rojava şer da destpêkirin. PKK êdî naxwaze ku li ser bingeha pakêta (Misak-i Millî) behsa muzakereyan bike û zemîna vê yekê jî nemaye.

Di beşa din de ez ê hewl bidin ku bersivên mijarên din bidim… (didome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê