27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 3 bajaran serdana nobeta Edaletê

Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 86’an de didome. Malbata Şenyaşar îro bi lawê xwe Fadil Şenyaşar ê di girtîgehê de ye hevdîtina bi telefonê kir.

Ji bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê ji bo piştgiriya nobeta malbata Şenyaşar serdan hatin kirin. Rêvebirên Şaxa 2’yemîn a Egitîm Sen a Amedê, hevseroka Qoserê ya ku qayûm hatiye dewsa wê Nîlufer Elîk Yilmaz, endamên HDP’ê yên Qoserê û ciwanên endamên Komeleya Çand, Huner, Zanistî û  Antropolojî(BAS-DER) yê çûn serdana malbatê.

Em vê neheqiyê qebûl nakin

Di serdana  malbatê de hevseroka Qoserê got ku bûyer li ber çavan qewimî û wiha axivî: “Kujer diyar in lê dixwazin vê bûyerê bikin kujernediyar. Em vê neheqiyê qebûl nakin û em ê malbatê tenê nehêlin.”

Ji Şaxa 2’yemîn a Egitîm-Senê ya Amedê Hasan Çitirik li ser navê şandeyê axivî û ev tişt anî ziman: “23 kes hatin tespitkirin lê serdozger tayîna xwe xwest. Em ê di van neheqiyan de tim li gel malbatên mexdûr bin.”

Piştgirî erka her kesî ye

Endamê BAS-DER’ê Orhan Ozkan di serdanê de diyar kir ku ev 3 sal in ev bêedaletî li hemberî malbatê tê meşandin û wiha got: “Daxwazên malbata Şenyaşar daxwazên me ne jî. Em ê tim di daxwaza malbatê de li gel wan bin. Piştgiriya bi malbatê re erka her kesî ye. Heya ku daxwazên malbata Şenyaşar pêk werin wê têkoşîna me bidome.”

Dayik Emîne Şenyaşar jî anî ziman ku li ser şopa edaletê ne û wiha axivî: “Ji bo edaleteke rast em têdikoşin.  Zarokên min bi hovane hatin qetilkirin. Em tenê edaletê dixwazin. Zarokên min li nexweşxaneyê, li pêş çavên her kesî hatin qetilkirin. Kesên ku zarokên min qetil kirin hêj li Pirsûsê digerin.”