26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 6 dîlên filistînî yên reviyabûn 4 kes hatin girtin

Rayedarên Israîlê dan xuyakirin ku 2 dîlên din ên ku ji girtîgeha Celbû reviyabûn girtine. Bi wê yekê hejmara girtiyên ku heta niha hatine girtin bû 4 kes.

Her du dîlên ku dawî hatine girtin Zekeriya Zubeydî û Muhemed Arîda li çiyayê Torê yê nêzî Qudsê hatine girtin. Beriya niha jî hêzên Israîlê dabûn xuyakirin ku wan Yaqûb Qadirî û Mehmûd Arîda girtine.

Di encamê de ji 6 girtiyên filistînî yên ku beriya çend rojan ji girtîgeha Celbû reviyabûn 4 kes ji wan hatine girtin. Ji kesên ku ji girtîgehê reviyane tenê 2 kes mane ku nehatine girtin.

Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyên hêzên Israîlê balafirên şer îro serê sibehê êrîşên çend cih û baregehên tevgera Hemasê kirine. Li gorî rayedarên leşkerî ên Israîlê Hemasê roja înê êvarê bi çend fûzeyan êrîş kiribûn û ev êrîş wekî bersivdanekê ji fûzeyên Hemasê re bi nav kirin.