26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 7 partî û rêxistinên siyasî daxuyaniya hevpar

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çepgir, Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Halkevlerî, derbarê têkiliyên mafya-siyaset-dewletê ku piştî îttîrafên Sedat Peker careke din hatin rojevê daxuyaniyeke hevpar dan.

Partî û rêxistinên siyasî diyar kirin ku piştî îttîrafên Sedat Peker careke din şahidiya hevpariya dewlet-mafya-siyasetê dikin û ev bang kirin: “Em bang li herkesî dikin ku ji bo ji vê tifaqa qirêj xelas bibe seferber bibin.”

Di daxuyaniya bi sernavê “Ji bo welatekî aram têkoşîna li dijî tifaqa sûcdaran” ku hat weşandin de hat diyarkirin ku careke din şahidiya sûcên ku bi hevkariya mafya-siyaset-dewletê pêk hatine tê kirin û ev tişt hat gotin: “Di encama nakokiyên ji ber têkiliyên berjewendiyê, sûcên li dijî gelên Tirkiyeyê hatine kirin, nelirêtî, bazariganiya hişbirê, înfazên bêdaraz û faîlên meçhûl tên îfşakirin.”

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Bi awayekî aşkera derketiye holê ku em bi rêxistinbûneke sûc ku saziyên dewletê di navenda wê de cih digirin re rû bi rû ne. Tasfiyekirina azadî û demokrasiyê, di pirsgirêka kurd de neçareserkirin, sûcên ku çeteyên berjewendiyan li dijî gel bi kar anîne, mertalbûna ji bo talankirina çavkaniyên welat ên ser erd û bin erd, tundiya li dijî jinê, tacîz, tecawiz, cînayetên  jinan, nelirêtî û bertil ji bo rêveberên welat bûye weke şert. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, netewperestiyê bi kar tînin û hewl didin desteserkirina keda kedkar û pêşeroja gelan meşru bikin.

Van tifaqên wiha qirêj, talan, mirin û pergala xespê ji aliyê daraza siyasî ya girêdayî desthilatê ve tê parastin. Heta ku pergala siyasî, aborî û civakî ya van tifaqên qirêj dide jiyîn neguherin wê gelên Tirkiyeyê bêhn negirin. Têkoşîna li dijî tifaqa sûcdaran; ji bo kedkaran têkoşîna nan û kar, ji bo jinan têkoşîna jiyanê, ji bo ciwanan têkoşîna pêşeroj û ji bo kurd û elewiyan jî têkoşîna jiyana mafên wekhev e. Têkoşîna li dijî çete, tarîqat, diz, talankar û desthilata zordar têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye.

Em li cem kedkar, bindest, xizan û beşên ku cihêkarî li wan tê kirin cih digirin, li dijî vê tifaqa qirêj banga têkoşîna hevpar dikin. Divê faîlên sûcên ku li dijî gel hatine kirin derkevin holê û berpirsyar li pêşberî gel hesab bidin. Heke em hesab nepirsin û berpirsyaran nedine cezakirin wê desthilata xwe ji vê rewşê rizgar bike. Ji bo mezinkirina îttîraz û têkoşîna li dijî vê pergala talanê, em bang li partiyên siyasî, sendika, rêxistinên girseyî yên demokratîk û derdorên civakî dikin ku dengê xwe derbixin û îttirazên xwe mezin bikin. Em bi berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li hemberî gelên Tirkiyeyê bang dikin û ji bo rizgarkirina ji vê tifaqa qirêj herkes têbikoşe û seferber bibe.”