26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ji bo 106’emîn salvegera Komkujiya Seyfo daxuyanî

Di salvegera 106’emîn a Komkujiya Seyfo de Partiya Yekitiya Suryanan têkildarî salvegera Komkujiya Seyfo ya ku ji aliyê osmaniyan ve li dijî suryanan di 15`ê Hezîrana 1915’an de pêk hatibû daxûyaniyek da. Partiyê diyar kir ku bi vê komkûjiyê armanc ew bû ku  hebûna gelên xirstiyan tune bikin.

Yekitiya Suryanan ragihand ku hewce ye li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî divê hêzên navneteweyî zextê Ii dewleta tirk bikin de ku Tirkiye itîraf bike ku komkujî li dijî dapîrên suryan û asûriyan pêk aniye û wiha got: “Hêzên navneteweyî sûcdaran paşguh dikin, sûcdar tu hesabî nadin. Ev yek jî dê bibe sedema ku Tirkiyeyê hê zêdetir komkûjî û qirkirinan li ser gelên qedîm pêk bîne. Her biçe guhertinên demografîk zêdetir bike.”

Partiya Yekitiya Suryanan her wiha hemû fikrên şovenîst û terorîst ên ku pêkhateyên cuda tune dikin, mafê mirovan binpê dikin û planên xwe yên qirêj pêk bîne, şermezar kir.

Partiya Yekitiya Suryan di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya avakirina Sûriyeyê ya li ser binghên demokratîk ku mafê hemû pêkhate, netew û olan bidest dixe û jiyana hevbeş û wekheviya di navbera her kesî de misoger dike, kir.