26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Peymana Stenbolê mitîng

Platforma ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) wê ji bo vekişîna ji peymana Stenbolê di 19’ê hezîranê de mîtîngke li Stenbolê li dar bixe.

EŞÎK’ê diyar kir ew ê bi 88 saziyên LGBTÎ+ û jinan re di 19’ê hezîranê de li dijî betalkirina peymana Stenbolê mîtîngeke mezin pêk bînin. Pêşiya mîtîngê daxuyaniyeke hevpar hat parvekirin.

Daxuyaniya wiha ye;

Kesên ku dixwazin peymana Stenbolê ji holê rakin di heman demê de dixwazin têkoşîna me ya li hember tacîz, tecawiz, destdirêjî, polîtîkayên şer, tundî û zimanê nefretê tune jî bikin. Em li hember şirikiya hikûmet-mafyayê  û kiryarên zihniyeta mêrane bêdeng namînin.

Em ê li hember tundiya mêr-dewletê û kesên ku dixwazin tundiyê tolere bikin mafê xwe yê jiyanê biparêzin. Em dest ji tu mafê xwe bernadin. Di 19 hezîranê de ji hemû bajaran em ê herin Stenbolê. Em bang li hemû jin û LGBTÎ+ yan dikin ku tev li mîtîngî bibin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 93 sazî û rêxistin dê tev li vê mitîngê bibin.