26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo ziman dê li Amed, Wan û Cizîrê mitîng bên lidarxistin

Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê bi boneya ‘zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê’ kampanya dabûn destpêkirin. Di çerçoveya kampanyayê de komîsyonê biryar girt ku li Amed, Wan û Cizîrê mitîng li dar bixe.

Dê mitîng bi dirûşmeyên ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê’ û ‘Bila sedsal 21’emîn bibe sedsala zimanê kurdî’ bên lidarxistin.

Mitînga destpêkê wê di 3’ê hezîranê de li Cizîrê pêk bê û dê komîsyon bi heman dûrişmeyan di 4’ê hezîranê de li Wanê û di 7’ê hezîranê de jî li Amedê mitîng li dar bixe.

Ji bo mitîngên Wan û Cizîrê serlêdan hatine kirin û ji bo ya Amedê jî dê di 31’ê gulanê de serlêdan bê kirin. Li bajarên ku mitîng li wan bên kirin ji niha ve xebatên mitîngan dest pê kirine.