27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Hz. Nûh heta Mehmet Tûnç; Cizîr2

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Gera min a li nav Cizîrê berdewam e. Bi ku de diçim, ew sewta ku xwediyê wê xwe şanî min nade di guhê min de dizinge. Ez di dilê xwe de ji rêberê xwe dipirsim: berê me li ku derê ye? Di şûna bersivdayînê de, vê helbestê di guhê min de dikurtipistîne:

Sebahul xeyr xana min,

şehî şîrîn zebana min

Tu yî ruh û rewana min

bibit qurban te canê min

Te-alellah çi zatî tu, çi-wî şîrîn sifatî tu

Ne wek qend û nebatî tu, yeqîn ruh û heyatî tu

Heyat û reheta can im, sebahul xeyr ya xanim

Were bînahiya çavan, bibînim bejn û balayê

Sebahul xeyrî mesta min, letîfa can bi desta min

Xumar û meyperesta min, tu yî meqsûd û qesta min…

Ji xwendina vê helbestê ez tê derdixim, berê me li Medresa Sor e; ango em mêvanê Melayê Cizîrî ne. Gava ez dikevim hewşa Medresa Sor, pêla hîbehîba dengekî li ser çavê min dixîne; mîna qoroyeke mezin bi hev re bilorîne û helbestên eşqê bixwîne, aha sewteke wanî bû. Ez wer hest dikim ku yê wê qoroyê jî bi rê ve dibe, Melayê Cizîrî bi xwe ye. Êdî ez jî nizanim ka gelo ez di xewneke kûr de me, yaxud hest li min tîr bûne. Axir ez gera xwe dikudînim û li ber menzelên Medresa Sor digerim. Hin ji wan menzelan, cihê şagirtan in. Paşê ez derbasî xelwetxaneyê dibim; cihê alim lê digihêjin nîrwanayê û giyanê xwe tev li giyanê yezdan dike. Bi rêzdarî ez jî çongên xwe di bin xwe de ditewînim, pelikê çavê xwe berdidim li ser hev û dixwazim bidim li ser riyeke nediyar. Lê rêberê min ji qazîka xwe dikuxwîne, da ku min hişyar bike.

Çaxa ez ji xewletxaneyê derdikevim hewşa medresê, ez û kalemêrek em sîngasîng tên hemberî hev. Lêvên kalemêr, navberê dide xwendina gotinên pîroz û bi dengê mîna pîşo nerm, bi silavdayineke rûken min disilavîne. Ez jî bi hemû dilnizmiya xwe, xwe ji kalemêrê dilpak re ditewînim û derbasî ser tirba Melayê Cizîrî dibim.

Bedena min li hember tirba Melayê Cizîrî, di tertîbata leşkerekî ji fermandarê xwe re rêzgirtî, rawestiyabû. Ne bi zimanê xwe, min bi bedena xwe ji Mela re dia dikir. Tiştekî ecêb bû! Tirba Mela jî ji guhê min re qesîde digot:

Ez gula baxê îremê Bohtan im

Şebçiraxê şebê Kurdistan im

Çi tebîetbeşer û însan im

Lîlahî li-hemd çi alîşan im

Li riya yar li riya san im

Lew di iqlimê sultan xaqan im

Mûcîdê kurd: Îsmaîlê Cizîrî

Ez ji ser tirba Melayê Cizîrî derbasî ser tirba Ebul-Îz El-Cezerî, navê xwe yê din Îsmaîlê Cizîrî dibim. Dengê pêjnekê li pişt min tê. Nizanim pêjna kê ye. Qet ez nafitilim û li pişt xwe jî nanêrim. Çend caran ez li dora tirba El-Cezerî digerim. Pirtûka birêz Abdullah Yaşin a ku li ser vî mûcîdê kurd nivîsandiye di destê min de ye. Ez pelê pirtûkê diqulupînim. Li notên xwe yên li jêra rûpelan dinêrim. Ne carekê, hezaran carî ez ji vî mûcîdê kurd re heyran dimînim. Aqilê meriv hilnagire. Çawa çêdibe ku heysed sal beriya niha, bêyî, batarya, elektirîk û mazotê bi dehan aletên mekanîk çêkirine û ew dane xebitandin. Tenê bi dehfdana bayê, bi herikandina avê û bi hêza keldixanê ew aletên robotîk dane şuxulandin.

Ev mûcîdê kurd ê bi navê Ebul-Îz El-Cezerî, beriya gelek mûcîdên dinyayê yên bi nav û deng wekî Leonardo Da Vîncî, Thomas Edîson û Nîkolay Telsa temelê robot, kompîtir, nifteyên bi şîfre, saetên otomatîk, pompayên avkêş û pêlîstokên zarokan ên jixweber dimeşyan çêkirine. Her yek ji wan jî xêzandiye. Her wiha El-Cezerî di der heqê robot û çêkirina wan alavan de kitib jî nivîsandiye. Wer tê famkirin ku evan mûcîdên navdar ên min ew li jor bi lêv kirine, gelekî sûd ji El-Cezerî wergirtine.

Hêjayî gotinê ye ku hinek ji wan îcadên El-Cezerî hîn jî tên bikaranîn. Yek jê saeta kevirî a bi rojê dixebite ku ev saet li hewşa Mizgefta Mezin a Amedê ye. Ya din jî hewza avê ya li Medresa Qasimiyê ye ku ev hewza bi sêwirandineke çawa zarok dikeve rehma diya xwe, heta ji diya xwe dibe dikeve mahtikê û ji wir jî zarokatiya xwe dijî dibe ciwan û ji ciwantiyê derbasî kalbûnê dibe, merhele bi merhele sêwirandiye û çêkiriye. Hîn jî ew hewza avê wekî roja xwe ya ewil bê qusûr dixebite. Bi heman sêwirandinê, hewzek li kela Herranê jî hatiye çêkirin. Bi îhtîmaleke mezin ev hewza li kela Herranê jî, ji hêla mûcîdê kurd Îsmaîl El-Cezerî, ango Îsmaîlê Cizîrî ve hatiye çêkirin.

Cizîr û mîr

Niha jî berê min li Birca Belek e. Her ku ez nêzîkî qesir û qonaxên Mîrên Cizîra Botan dibim, kelecan li min zêde dibe. Ez çemê Dîcleyê didim çepê xwe û di ber Birca Belek re derbas dibim. Bi qasî qadeke fitbolê, valahiyek di navbera kelê û çem de heye. Pêjnek ji pişt min tê û bi dengekî mîna pîşo nerm di guhê min de dipistpiste: “Ma pêwîst dike ez ji te re bibêjim ev der, rezê Mîran, cihê hevdîtina Mem û Zînê bû!”

Di deriyê Şêr re dikevim hundurê kelê. Li rast û çepê min avahiyên rêveberiyê hene. Ne îşê heneka ye, nêzî pênc sed salî, ji sala 1270’î heta sala 1850 Mîrên Cizîra Botan, welatê xwe li vê derê bi rê ve birine.

Ez di pêpelokên avahiyeke du qat re radipelikim, derdikevin serê banî. Dilê min, nola çoyê defê li sînga min dixîne. Ez nizanim ez li dora xwe dizîvirim, yaxud Cizîr li dora min dizîvire. Cizîr li dora min dibe nola gerînekekê, dibe nola Bîra Qederê a ku Mîr Celadet Elî Bedirxan têwerbûbû!…

Hemû lehengên di destana Mem û Zînê de, yek bi yek di bîra min de vedijîn. Her yekê ji wan li gorî rista xwe li dereke qesir û qonaxê Mîrê Cizîra Botan bi cîh dikim. Mîr Ezdîn, Tajdîn, Heso, Çeko, Sitê, Beko, Mem, Zînê û yên din.

Her wekî tê zanîn piştî 250 salan di ser eşqa Mem û Zînê re derbas dibe, feylozofê kurd Ehmedê Xanî ji Bazîdê tê Cizîrê û dest bi nivîsandina destana Mem û Zînê dike.

Xwe bi xwe ez ji xwe re dibêjim: Ev 330 sal berê feylozofê kurd Ehmedê Xanî jî nola ez a niha çer dikim, ew jî hatibû Cizîrê û wanî li van deran lêkolîn kiriye. Ger ez li xwe mikur werim: ev muqayesekirin, hesteke şîrgermî dadiwerivîne kûrahiya dil û hinavê min. Lê tavilê ez li xwe hay dibim. Mîna min bêrêziyek kiribe, ez li xwe hiltêm û di dilê xwe de ez bi xwe re dixeyidim: De hela here lo, kundur! Tu kî yî, feylozof Ehmedê Xanî kî ye!

Ez bi van hestên tîr û tevlihev li wan deran digerim. Diçim li ber devê deriyê avahiyekê disekinim. Deriyê wê kilîtkirî ye. Ew dengê ji ewila ewil de rêbertiyê ji min re dike, dîsa di guhê min de dikurtepiste: Ev avahî, zindana Mem lê hatibû zindankirin ew zindan bi xwe ye!

Ji min we ye kevirên wan dîwaran tevdek bi birîn in. Loma jî mîna meriv destê xwe bi birîna birîndarekî xedar bike, wanî bi himetî ez wan dîwaran dipelînim. Paşê ez diçim ji gulfiroşekî çar ta qurnefîl distînim û berê xwe didim ser tirba Mem û Zînê.

Mem, Kurdistan Zîn û kurd

Li ber serê tirba Mem û Zînê radiwestim. Bedena min li wir e lê giyanê min li Bazîdê li huzûra feylozofê mezin Ehmedê Xanî ye. Tu çendîn mezin û bilind î Ehmedê Xanî! Ew çi qelem e, ew çi derya ye ku wexta te navê Mem jê dot, welatê me Kurdistan a mêtinger di asoya me de hate neqişandin; ew çi qelem e, ew çi derya ye ku wexta te navê Zînê jê dot, miletê me kurdên bindest di asoya me de hate neqişandin. Tu çendîn mezin î, tu çendîn bilind î, ew qelema te çendîn derya ye, ey seydayê min ê gewre feylozof ê kurd Ehmedê Xanî!

Ez her çar ta qurnefîlan, her yekê li ser navê beşek welatê xwe yê di cenga berxwedana rizgariya xwe de ne, datînim ser tirba Mem û Zînê û xatirê xwe ji wan dixwazim.

Di jiyana mirov de yekcaran tiştên wer diqewimin, meriv gewdeyê xwe ji bîr dike; tenê meriv bi hebûna xwe ya ramanî dikane hebe. Tişta li nav kolanên Cizîrê hatiye serê min jî, ev tişt bi xwe ye: ez tenê bi wê cîhana ku Ehmedê Xanî di asoya min de vejandiye dijîm.

Ez dixwazim biçim wê dera ku Mehmet Tûnç û hevalên xwe bi mehan li ber xwe dabûn bibînim. Hîn jî ew sewta Mehmet Tûnç di mejiyê min de deng vedide. Mem digot: “Heta em Zîna xwe rizgar nekin, jiyan li me heram e! Di oxira Zînê de em werin kuştin jî, em ê çongan netewînin!”

Xwedêyo ev çi edalet e! Dema ev hevok tê bîra min, yekoderb tiştek di pîstika mejiyê min de birq vedide. Bi girgincik ber bi tirba Hz. Nûh ve dimeşim. Du heb kalemêr li ber tirba Hz. Nûh dibînim. Yek ji wan ew kalemêrê li Medresa Sor bû. Dîsa ew lêvên wî mîna lêvên kîvroşkê wexta diçêre, wanî gotinên pîroz di nav devê xwe de dicûtin. Min jî çend gotin di nav devê xwe de cûtin. Lê gotinên min ji diayan wêdetir hesabpirsînek bû, bibîrxistinek bû: Ey Hz. Nûh! Ma qey ew soza yezdan dabû te, wî ew soza xwe ji bîr kiriye? Qaşo ew ê yezdan careke din tofan ranekira û wî yê kesên bêguneh bi yên gunehkar re ceza nekira! Ka, wî yê tenê kesên xurufî, zalim û yên jirêderketî ceza bikira!..

Carcaran ez gewdeyê xwe yê ku li ramana min bûye bar, li kolanên Cizîrê ji bîr dikim. Çaxa pê dihesim, ez li gewdeyê xwe yê jibîrkirî vedigerim û nola sakoyekî pertolpertolî li giyana xwe ya xencerkirî dipêçim.

Êdî wext tê ez ji Cizîrê veqetim. Hatina min jî û veqetandina min jî a vî bajarî, hestên tîr û tevlihev li min rakiribû. Dîsa dengek li ber guhê min dikeve. Nola wî dengê ewilî. Ew dengê ku rêberî ji min re kiribû. Ev sewta dihat guhê min, sewta oxirkirinê bû. Digot: oxir be mamo! Ez dixwazim hîn bibim ka ev deng, dengê kê ye. Difitilim li pişt xwe dinêrim, ez tu kesî nabînim.

Li Cizîrê dengek heye, lê tu kes tune ye. Dengekî ‘Bêkes’!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê