26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji min gotin

Farûqê Feroyî

Di dem û dewranên berê de, qewmê qedîm, xwedî zagon û dil birehm…

Yek ji wan zagonên vî qewmî, di derheqê rêbertiya wan de ye: Ev qewmê qedîm û dil birehm, ji çend salan carekê ji nav xwe rêberekî hildibijêrin û ji wî re wiha dibêjin;

-Ji îro pê ve tu rêberê me yî. Tu serê me yî û em jî lingê te ne. Tu yê rê nîşanî me bidî û em ê jî bimeşin. Tu ji me re bibêjî bimire, em ê bimirin û tu bibêjî bimîne em ê bimînin…

Rêberê bikêrhatî çi ji destê wî tê, ji bo qewmê xwe têdikoşe û wan ji xetereyan diparêze. Hetanî ku dikare di her warî de ji bo dewlemendiya qewmê xwe bikeve nav hewldanên bêhempa…

Çend salan vê rêbertiyê bi awayekî serkeftî, kêfxweş û dilşad didomîne.

Êvareke ji êvarên bi xatirxwestina rojê re; êleke kincreş û li ser pişta hespan, ji nişkê ve, li vî qewimî dibe mêvan…
Rûspiyên civakê û rêber bi hev re vê êlê bi mêvanperwerî pêşwazî dikin û mazûvaniya wan dikin. Cî nîşanî wan didin û koça vê êlê bi war dikin…

Paşê, rêberê qewmê qedîm û rûspiyên civakê li hev vedihebin û dibêjin;

-Ka em herin van mêvanên xwe ji nêz ve nas bikin…

Qewmê mêvanperwer, ji dilê xwe yê rast bi bawer, dimeşin û diherikin nav êlê. Kesên êlê yek bi yek vedihewin û kom dibin, qor digirin li hawirdora mazûvan…

Rêberê qewmê qedîm dest bi axaftinê dike û dibêje: “Em mazûvan û hûn jî mêvan. Daxwaza mazûvan nasîna mêvan e…”
Jîrekî êlê dibêje: “Em êleke ji qewmê gur in. Ango dayika me dêlegur û bavê me jî gur e. Em hetanî aniha li Asyaya Navîn dijiyan. Lê mixabin, Çînê dîwarên bilind dan pêşiya me. Em man li pişt wî dîwarî, wan ji me re nehiştin tu rê û derî. Aniha; em tî, birçî û neçar hatin, li warên we bûn mêvan.” Rêberê qewmê qedîm dibêje:

-Belê heyran; em mazûvan û hûn jî mêvan, em xwedî û hûn jî cenan, em niştecih û hûn jî koçer, di zagona qewmê qedîm de ji mirovan re tu cudahî tune ye, lê dîsa jî hûn bi xêr hatin. Her azad û bextewar bin, wek hûn li mala xwe bin.
Piştî vê hevnasînê; mazûvan pişta xwe didin êla guran û pê ve, jîrik û êla xwe kêfa belek dikin…

Jîrikê êla guran dibêje; me cî da lingên xwe. Îjar divê em li gorî eslê xwe tev bigerin. Kesên li jîrik guhdarî dikin, di ber axaftina wî re dibêjin: “Divê em pilanên qirkirina wan peyde bikin!”

Jîrik dîsa dibêje; hûn bi baldarî tev bigerin û di destpêkê de divê em rûsipiyê wan ji xwe re bikin hevkar û xirpikekê ji rêberê wan re bikolin…

Jîrik ê gurxenêq, eyarê miyê li xwe dike û dadikeve nav qewmê qedîm. Digihîje kîjan rûspiyê di derheqê wan û qewmê wan de, di derheqê rêberê wan de tiştên herî baş dibêje. Pesnê wan û qenciya wan dide. Hetanî xwe di nav wan de bi cî dike û pê ve; îjar dest bi paşgotinî û fesadiya rêveberiya wan dike ku Rêber li ber çavên civakê reş bike!!!

Çi derew û bêbextiyên ku civakê pê birîndar bibe, pê biêşe bera stûyê Rêber dide!!!

Bi dek û dolaban, roj bi roj civakê li dijî Rêber bê bawer dikin…

Rojeke ji rojan, sibê zû dibe gurmegurma defê li ber deriyê Rêber. Rêber bi kelhê ji hundirê malê derdikeve û dinêre ku gel tev li pêşiya mala wî, li hawirdora kerekî civiyane. Matmayî dimîne û dipirse;

-We xêr e vê sibê zû?

Rûspiyên qewm dibêjin;

-Îro dema rêbertiya te bi dawî bû!!!

Bi vê gotina rûspiyan re; sê-çar xort, bi lez, wek gurên ku dadin miyekê, radihêlin rêber û paşpaşîko li kerê siwar dikin. Berê wî didin çiyayê ajalên dirinde…

Jîrik û êla xwe jî li derdora kerê direqisin û diranan disûn…

Piştî ewqas ked û fedakariya rêber, qewmê wî jê re dibe neyar û wî dikin êmê gur, hirç û keftaran! Do em mazûvan ew mêvan, em xwedî ew cenan, lê îro?