26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji PYD’ê bang: Aqûbeta hevalên me aşkera bikin

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê bang li desthilatdariya başûrê Kurdistanê kir û xwest aqûbeta hevalên wan ên hatine girtin diyar bikin. PYD’ê hişyarî kir û got: “Eger tiştek were serê nûnerên me, berpirsyar hikûmeta Başûr e.”

Di 10’ê hezîranê de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin. Di ser binçavkirinê re 21 roj derbas bûn hêj agahiyek ji her sê kesan nayê girtin. Meclisa Giştî a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku li Başûr ji aliyê PDK’ê ve hatin revandin daxuyaniyek nivîsî weşandin.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Di demeke ku ji me hemûyan pêkanîna yekitî û hevgirtinê, giyana berpirsyariya exlaqî û dûrketina ji nakokiyan û xebata li dijî hewldanên dewleta tirk ên dagirkirinê, tê xwestin de, desthilatên Hewlêrê di 10’ê hezîranê de endam û nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li başûrê Kurdistanê, Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanên xwe yên rojavayî pêşwazî bikin, girtin. Ji wê demê ve em desthilatên Başûr muxateb digirin û jê dixwazin ku aqûbeta hevalên me û sedemên girtina wan ku ji pîvanên dîplomasiyê dûr in, diyar bikin. Lê ev bangewaziyên me heta niha bê bersiv in.

Em weke Meclisa Giştî ya PYD’ê ji her zirar û xetereyeke ku were serê hevalên me û ewlehiya wan desthilata Başûr, berpirsyar dibînin û daxwaza me ya zelalkirina aqûbeta nûnerên partiya me li Başûr berdewam e.

Em li hemberî raya giştî bang li desthilatên başûrê Kurdistanê dikin ku yekser aqûbeta hevalên me aşkera bike û wan serbest berde. Em bi baldarî rewşa wan dişopînin bi taybet digel ku agahî hene ku ew radestî hinek aliyên ku dijminatiya kurdan dikin, hatine kirin. Em vê pêngava girtinê û aqûbeta hevalên xwe wek hedefgirtineke rasterast a li dijî partî, destkeftî û hewldanên me yên ji bo pêkanîna yekitiyê dibînin. Ji nirxandina hûrgilî ya kiryarên desthilatên Hewlêrê diyar dibe ku ew pêkanîna hewldanên dewleta tirk û pergalên dagirker ên li dijî doza me û armancên wê hêsan dike.”