27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji welatek ekolojîk û çandî

Şervan Çîçek

Ji zayînê heta mirinê em di nav têkoşîneke bêhempa de dijîn. Erdnîgarî rengê xwe dide mirov, li gor hewayê û erdnîgariya ku lê dijîn, em bi tevgerên xwe tê de diguherin. Ev guhertin û cih girtina di nav xwezayê de çandê dide ava kirin. Em dikarin bibêjin dema mirov bi xwezayê re dijî û li gor xwezayê jiyana xwe saz dike ev bandorekê li ser mirov çêdike û çandê derdixe holê.

Çand ji destpêkê heta niha xwe guhertiye, foklor û hunerê afirandiye. Çand kadîna welatê mirov e. Heta em dikarin bibêjin ku çand lebateke ji laşê mirovan e. Ji ber vê yekê divê her mirov dema çanda xwe parast hewceye ku wê pêşve jî bibe.

Her netew, civak û welat li gor axa ku lê dijî çandeke zelal û serbixwe ava kiriye. Em kurd jî li Rojhilata Navîn xwediyê çandeke dewlemend in. Her kurdekê/î bi çanda xwe ve girêdayî li hemberî îmha, înkar û talankirina ku tê kirin guleyek e. Bi hezar sal in bi taybetî jî di sedsala 21’emîn de kurd bi rêbazên wek dîndarî, modernîzm, hêz û lêgerînê bi tunekirinê re rû bi rû dimînin. Em jî ketine ber bayê gurên wek ereb, faris û tirk ku li ser me mêtingeriyê dikin.

Bi salan in ku em bi kiryarên wan ên hov re rû bi rû dimînin. Lê her çi qas em bi van kiryaran re rû bi rû bimînin jî ji ber ku çanda me kurdan xwe dispêre ekolojiyê, zû bi zû naguhere, guherînên di nav xwe de jî zelal dike.

Pêşketina teknolojiyê bi xwe re hin hêsaniyan jî anî, çandinî û sewalkarî pêşket. Guhertina di amûrên çandinî û sewalkariyê de bi xwe re motîfên nû jî derxistin holê. Hêzên emperyal di nav van amûran û nûjeniyan de hewl didin ku çanda xwe bidin ferzkirin. Di nav bajaran de çandeke naylon daye avakirin. Li bajaran çanda fastfood, hamburger, kola ji rengên netewan cil û bergan çêkirine, ji bo ziman îzole bibe li muzîk û lîstikan peyvên xwe bi cih kirine. Paşê devê tûrikên xwe fireh kirin û gotin yek ziman û yek netew.
Kurd jî van guherînan jiya. Ji xeynî van gund û malên wan hatin şewitandin da ku ew dev ji warê xwe berdin û li gor xwesteka wan tevbigerin. Têkoşîn û hêza di nav gel de ji wan re bû rêber da ku zêdetir bi çanda xwe re mijûl bibin. Niha em dikarin bibêjin ku kurd ji aliyê şano, muzîk û sînemayê ve hewl didin ku bigihîjin asteke baş.

Huner hêza xwe ji çandê digire ji ber vê kurd çiqas xwe bi çanda xwe ve girêbidin hunera wan jî bi resenî pêş dikeve. Li gor demsal û mehan çandên kurdan ên xwerû hene. Li aliyeke xweza tê rûxandin li aliyê din kurd ji nû ve xwezayê jîn dikin. Ji aliyekî de demsal guherîne ji aliyê din ve nifşên nû tên. Lê motîfên ku kurd tev li jiyanê dikin bi xwezayê re hevpar in. Li gor exlaqê jiyanê ye. Li welatê kurdan kurd bi ekolojiyê re tên bilêvkirin. Di hemû motîfên şano, muzîk û wêjeya kurdan de jî ev xwe dide hîskirin.