3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin’

Saba Sahar derhênera jin a yekemîn a Afganistanê ye. Heta niha derhêneriya gelek fîlman kiriye. Bi navê ‘Enstîtuya Fîlman a Sabayê’ şîrketek damezrandiye û heta niha derhêneriya 3 fîlmên serbixwe kiriye. Di rêzêfîlmê bi navê ‘Komîser Amanullah’ de, derhênêrî kiriye û bi karakterên jinên jêhatî û serbixwe cih digire. Sahar hem di fîlmên cih girtî ye de û hem jî di yên derhêneriya wan kirî de, tim li hember hişmendiya axa, baronên tiryakê û mêrên ku şer dixwazin û bi taybetî li dijî hişmendiya Talîbanan sekiniye.

Di sala 1996’an de, dema ku hikûmeta Talîban ji ber ku sînamayê wek bêaxlaqî didît qedexe kiribû, wê demê senaryoya wê ya yekemîn di destê Saharê de bû. Piştre Talîban arşîvên hemû şîrketên fîlman dişewitîne û wan îmha dike. Wê demê jî Sahar xwe xilas dike û ji Pakistanê berê xwe dide Amerîkayê. Piştî ku hikûmeta Talîban hildiweşe, ew careke din vedigere bajarê Kabûlê û ji bo şîrketeke fîlman ji nû ve ava bike, dest bi xebatên xwe dike.

Ji mirinê difilite

Sahara ku gelek caran Talîbanan gef lê dixwar, di 25’ê tebaxa 2020’an de li paytexta Afganistan Kabûlê gule lê hatin reşandin. Di êrîşa li derhênerê hat kirin de ji mirinê difilite û du alîkarên wê jî birîndar dibin. Ev êrîş ji aliyê rêxistinên cîhanî ve, hatibû rexnekirin û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga parastina rojnamevan, aktirîst, aktîvîst û bi tevahî parastina mafên mirovan li berpirsyarên Afganistanê kiribû.

Armanca wê ya yekemîn

Derhêner Sahar beriya bûyera êrîşê di hevpeyvîneke xwe de ku bi rojnameya Guardianê re kiriye, wiha dibêje; “Armanca min a yekem ew e ku ez nîşan bidim ku ‘jin dikarin her tiştî bikin’. Ez ji wê hişmendiya muhafazakar re ku jin xistine navbera çar dîwaran, dibêjim ku dema hûn pêşiya wan jinan vekin, wê demê pêşketin û afirandina jiyaneke nû ya li vî welatî bibînin û ez di fîlmên xwe de vê yekê nîşan didim û qîr dikim.”

Talîbanan xwest wê bikujin

Sahar hefteya borî der barê êrîşê de ku meha tebaxê lê hat kirin, ji BBC’ê re axivî û diyar kir ku ji bo ew jinek e û li ber xwe dide, Talîbanan xwestiye wê bikuje.

Hewceyî gotinê ye ku li Afganistanê di van salên dawî de her diçe êrîşên Talîbanan ên li ser rojnameger, aktîvîst û xebatkaran zêdetir bûne.