27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîm dixwaze Rêveberiya Xweser qels bike

Ji roja ku Rêveberiya Xweser li rojavayê Kurdisanê hatiye îlankirin, êrîş û lîstikên hêzên hegemonîk, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê qet nesekinîne. Li aliyekî êrîşên Rûsya-rejîmê, Rûsya-Tirkiyeyê û li aliyê din jî rêlibervekirina Amerîkayê bênavber dewam kirin û dikin. Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên bi alîkariya Rûsyayê li ser Eyn Îsayê kir, provokasyonên rejîmê jî her diçe bi awayekî şênber li hember Rêveberiya Xweser bi pêş dikevin.

Rejîma Sûriyeyê jî êdî bi hêzên taybet dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe û ji bo vê yekê jî hêza bi navê Dîfa Wetanî ya ku ji 12’ê adara 2004’an ve ye li hember kurdan tê bikaranîn, xist dewrê.

Destpêka Dîfa Wetanî

Dema hêzên hikûmeta Şamê li dijî gelê kurd operasyonên girtinê pêk dinanîn, komên şovenîst ên navê “Dîfa Wetanî” li xwe dikin, li sûkên navendî bi taybetî yên Qamişlo û Hesekê, deriyê dikanan dişikandin û wan talan dikirin. Ev yek bi dîmenan û wêneyan hatin belgekirin. Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re ku hikûmeta Şamê li xwepêşandêran tundî dikir, komên navborî “Dîfa Wetanî” car din derketin pêş. Hikûmeta Şamê bi gurbûna şerê li dijî komên çekdar, di 2012’an de li bajarê Humisê komên milîsan ava kirin û sazûmaniya van milîsan li deverên cuda yên Sûriyeyê belav kirin.

Dibin hêzên nîvfermî

Endamên “Dîfa Wetanî” di sala 2013’an de veguherî hêzên nîvfermî. Nemaze piştî  hikûmeta Şamê desteka madî da wan. Bi vê yekê re ev milîsên erkên rêveberî, fermandarî û navendên perwerdeyê girtin. Her wiha bûn xwedî mohreke fermî, şîar, al û bi kincên yekbûyî tevdigerin û mehane mûçeyan digirin.

Herî dawî li bajarê Hesekê hêzên Dîfa Wetanî êrîşî hêzên asayîşa Rêvebiriya Xweser kirin. Der barê vê bûyer û armanca Dîfa Wetanî de, endama meclisa PYD’ê Şerîfe Hesen ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku armanca Dîfa Wetanî derxistina tevliheviyê ye.

Armanc esasî qelskirin e

Endama meclisa PYD’ê Şerîfe Hesen da zanîn ku Dîfa Wetanî milîsên bi rejîma ve girêdayî ne, li gor daxwaza rejîmê tevdigerin û wiha got: “Dixwazin fitnê û tevliheviyê di nav Rêveberiya Xweser de derxin. Dixwazin di navbera ereb, sûryan, fileh û kurdan de fitnê derbixin. Ji aliyê din ve jî dixwazin hevserokên eşîran ên di Rêveberiya Xweser de cih digirin sor bikin. Hedefa wan a esasî qelskirina Rêveberiya Xweser e. Ji bo vê yekê jî bi her şêwazî bi ser me de bên. Li ser miletê me yê Şehbayê mazot qut kirin, rêyên çûyîn û hatinê qut kirin û qedexe kirin. Bûyera herî dawiyê ya li Hesekê pêk hat jî bi vê armancê ye.”

Gel sor dikin

Şerîfe Hesen der barê êrîşa li ser asayîşa Hesekê de jî diyar kir ku ji tevahiya êrîşên li ser rêveberiyê ne dûr in û ev tişt anî ziman: “Armanca êrîşa dawî ya li Hesekê tehrîbkirina gel bû. Xwestin gel li hember asayîşê rabe, ji ber vê yekê jî xwepêşandan pêk anîn. Gelek şêniyan bi zext û zorê tev li xwepêşandanê kirin. Xwestin bi zextê gel bi aliyê xwe ve bikişînin. Ji ber ku hedefa nîzamê timî xerakirin û neavakirin e. Ji bo çareseriya krîza heyî ya li Sûriyeyê her tim em ber bi rejîmê ve diçin, em dixwazin bi hev re çareseriyekê bibînin lê helbet rejîm xwe nade ber çareseriyê. Di hedefa wan de çareserî tune ye û dixwazin vegere ser pergala beriya destpêkirina aloziyan. Rejîm dixwaze hebûna xwe li ser axa kurdan ava bike. Dixwaze di herêmê de xwe birêxistin bike. Ji bo vê yekê jî Dîfa Wetanî bi armanca jiholêrakirina hêza me bi kar tîne.

‘Îradeya gel esas e’

Di dawiya axaftina xwe de Şerîfe Hesen bal kişand ser ambargoya li ser Şehbayê û wiha got: “Rejîmê çiqas li ser gelê me yê Şehbayê astengiyan derxistibe, çiqas xwestibe di bin zextê de gel ji Hesekê û Şehbayê derîne jî gelê me xwedî îrade ye. Ne Dîfa Wetanî ne jî rejîm dê nikaribin îradeya gel bişikînin. Rejîm îro her çiqas bi hêzên dijmirovî yên wek Dîfa Wetanî êrîş bike jî em ê venegerin ser şert û mercên beriya sala 2011’an. Destkeftiyên ku me di şoreşê de bi dest xistine hemû bi ked û xwîna şehîdan, keda gel in.”