26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin di 1’ê tîrmehê de dadikevin qadan

Peymana Stenbolê ku weke ‘Peymana Konseya Ewropayê ya Têkildarî Astengkirina Tundiya Nava Malê û Tundiya li Ser Jinê û Têkoşîna bi Van re’ tê zanîn dê di 1’ê tîrmehê de ji meriyetê radibe.

Jinên ku ji roja biryara rakirina peymanê hat aşkerakirin ve qad terk nekirin, anîn ziman ku wê piştî 1’ê tîrmehê jî çalakiyên xwe bidomînin. Rêxistinên jinan ên li Mêrsînê bi lêv kirin ku dest ji destkeftiyên xwe bernadin û banga tevlîbûna çalakiyên xwedîderketina peymanê kirin.

Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza Çîgdem Goksu ku tev li Komîsyona Lêkolînê ya Diyarkirina Sedemên Tundiya li Ser Jinan a Meclîsê bû û diyar kir ku wê komîsyon ji bo astengkirina tundiya li ser jinan, bi bandor nebe. Goksu destnîşan kir ku qanûna 6284’an a piştevaniya xwe ji Peymana Stenbolê digire di demekî dirêj e bi awayekî giran dişuxule û wiha got: “Peymana Stenbolê ji bo jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Em ji bo jiyan û mafên xwe dest ji peymanê bernadin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘1’ê Tîrmehê xala werçerxê ye’

Endama Tora Parastina Jinê ya Mêrsînê Elmas Kara bi gotina “1’ê Tîrmehê xala werçerxê ye” bang li hemû beşên civakê kir ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Kara, bal kişand ku tundiya li ser jinê û newekheviya zayendiya civakî, serbixwe nayê çareserkirin û destnîşan kir ku heta rolên cînsiyeta civakî neyên hilweşandin, welatekî bêtundî nikare were avakirin.

‘Em ê xwedî li peymanê derkevin’

Ayşegul Temûr a ji Piştevaniya Mor jî destnîşan kir ku tundî bi destê zilam û dewletê pêk tê û wiha axivî: “Em li dijî biryara ku pergala yekzilamî ser fesihkirina Peymana Stenbolê girt her roj di kolanan de ne. Em careke din dibêjin 1’ê tîrmehê wê ji bo me jinan rojeke pir mezin be. Em jin dê wê rojê jî li kolanan bin. Em ê mafê hemû jinan ê Denîz Poyraz bigerin û em ê berdewam bikin ku xwedî li peymanê derkevin.”