26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê lîga futbolê ya ewil a jinan dest pê kir

Li Kobanê çalakiyên werzîşê yên jinan bi eleqe û baldariyeke hêja dest pê kirin. Lîga ewil  a jinên ciwan ya ji 7 tîman pêk tê îro dest pê kir. Divê bê gotin ku lîga ewil e ku li Kobanê tê lidarxistin. Lîga jinên ciwan ên Kobanê îro li lîstikgeha Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê bi maça di navbera tîma Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û tîma Kedkaran a girêdayî Partiya Çep a Kurd dest pê kir. Di maçê de tîma KPC-D bi golekê bi ser ket. Maça sibehê jî dê di navbera tîma Berxwedan û Tîma Yekitiyê de bê leyîstin.

Der barê lidarxistina lîgê de lîstikvanan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Lîstikvana tîma KPC-D Istêre Ehmed ku ev pênc sal in di nav tîmê de dileyîze der barê lîgê de û tîma xwe de ev yek anîn ziman: “Ev cara ewil e ku em bi pergala lîga fûtbolê dilîzin û em di maça îro de bi ser ketin. Bêguman a girîng ne serkeftin e, ya girîng, bi rengekî komînal lîstin û zindîkirina ruhê werzîşê ye. Em her roja şemiyê perwerdeyê dibînin û xwe li gorî maçê amade dikin. Li ser vê bingehê em serkeftinê ji tîmên din re dixwazin û em bi xwe bawer in ku dê serkeftina mezin a me be.”

Rahênerê tîma KPC-D’ê Evîn Ehmed jî kêfxweşiya xwe anî ziman û ev yek gotin: “Piştî 7 tîm hatin avakirin ev cara ewil e ku tiştekî bi vî rengî li Kobanê tê çêkirin. Gaveke gelek xweş û bi wate ye. Me îro maça xwe ya yekemîn bi heyecaneke mezin lîst. Rast e tîma din bi bin ket lê di qada werzîşê de binketin û serkeftin bi rihekî werzîşî tên destgirtin. Ev demeke dirêj e ku amadekarî dihatin kirin, ji ber vê heta ku tîm amade bûn me dest pê kir. Bêguman lîga jinan di destpêkê de di nava civakê de nedihat qebûlkirin lê me niha ew ast derbas kiriye û civaka me ji tiştên wiha hez dike.”