26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêma Tigray a Etyopyayê çi dibe

Şervanên Eniya Rizgariya Gelê Tigrayê da xuyakirin ku paytext Mekelle bi temamî ketiye bin kontrola wan. Berdevkê eniya rizgariya gelê Tigrayê Gîtaşyo Rîda ji ajansa Reuters re axifî û got ku êdî şerê li paytext Mekelle bidawî bûye û ew bi temamî ketiye bin kontrola wan. Li paytext Mekelle pîrozbahiyên serkeftina serhildêran hatin lidarxistin. Şêwirmendê eniya rizgariya gelê Tigrayê ji ajansa BBC re axifî û wî jî piştrast kir ku ew li dijî artêşê bi ser ketine û kontrola paytextê bi temamî ketiye destê wan.

Ji aliyekî din ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres da xuyakirin ku ew bi serokwezîrê Etyopyayê Abî Ehmed re axiviye û jê re gotiye hêviya me ew di demeke kin de dawî li şer û pevçûnan were û hemû alî berê xwe bidin çareseriyeke siyasî.

Wekî tê zanîn piştî 8 mehan ji êrîşa artêşa Etyopyayê ya ser herêma Tigrayê agirbesteke yek alî ji alî hikûmeta Etyopyayê ve hatibû îlankirin. Lê şervanên Eniya Rizgariya Gelê Etyopyayê piştî şerên giran dikaribû bajarê Mekelle ji destê artêşê derxînin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî hewcedariya zêdeyî 5 milyon kes bi alîkariya xurekan heye û 350 hezar kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne.