Sunday, September 19, 2021

Jîn û jiyanê dikujin û dişewitînin

M. Alî Ertaş

Hêzên serdest çavkaniya jiyana xwe ji tarîtî û kuştinê digirin. Ji ber vê yekê her tim ji tariyê hez dikin û di tariyê de dijîn. Dijminên ronahî û rojê ne. Ji ber ku dema roj hiltê û her der ronî dibe êdî nikarin xwe veşêrin û teşhîr dibin. Dîsa hêza xwe ji kuştinê digirin. Ji ber ku cihê jiyan lê hebe berxwedan û raperîn heye. Azadî heye. Lêgerîn û lêpirsîn heye. Ji bo kes hesab ji wan nepirse û qadê li wan teng neke, wan dikujin. Kesên mafên xwe diparêzin, ji ber ku qada serdestiyê li desthilatdaran teng dike, dibin hedefa êrîşan. Desthilatdar xwezayê talan û wêran dikin. Nexweşxaneyan bombe dikin. Daristanan dişewitînin. Birîndaran û xizmetkarên tenduristiyê qetil dikin. Nexweşxane cih û warên jiyandinê ne. Bijîşk û xizmetkarên tenduristiyê ji bo jiyandina mirovan sond xwarine. Ji bo bidin jiyandin şev û rojên xwe dikin yek. Li gorî xala 8’an a Peymana Cenevreyê ya di sala 1949’an de hat îmzekirin, êrîşa li dijî nexweşxane, xizmetkarên tenduristiyê, war û wargehên sivîl sûcê şer e.
Lê hêzên serdest ên ku erka wan alîkariya alav û amûrên tenduristiyê bidin nexweşxaneyan, dijberî vê yekê li ser nexweşxaneyan bombeyan dibarînin. Li gel ku sûcê şer dikin jî dewletên ev peyman îmze kirine temaşe dikin. Dibin şirîkê vî sûcî. Ji bo kesên tedawî dibin û kesên tên jiyandin nejîn, êrîşî nexweşxaneyan dikin û xizmetkarên tenduristiyê qetil dikin. Li welatên cîhanê û Kurdistanê gelek mînakên vê yekê hene.
Her roj bi milyonan sewalan qetil dikin û dikin qurbanên xwe. Ji bo keyfa xwe bi milyonan sewalan dikujin. Ji bo koşk, qesr û qonaxan ava bikin û li ber peravên deryayan bijîn daristanan dişewitînin. Bi şewata daristanan re bi milyonan zindiyan qetil dikin. Daristan pişikên cîhanê ne. Navendên paqijkirina hewayê ne. Wargehên jiyanê yên hezaran cureyên sewalan in. Lê bi şewitandina daristanê wargehên jiyanê tune dikin.
Hêzên serdest herî zêde êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin. Hebûna xwe li ser tunebûnê ava dikin. Ew dizanin ku nikarin li cihê mirovên azad hebin serbest bijîn. Dizanin ku dema xweza azad be ew nikarin li gorî keyfa xwe bijîn. Dema mirov li geşedanên dawî yên cîhanê dinêre vî wêneyê ku hêzên desthilatdar kişandiye xweştir dibîne.
Di demên dawî de hêzên girêdayî Tirkiyeyê li Şengalê, yên girêdayî Îranê li Efrînê û yên girêdayî Rûsyayê jî li Idlibê nexweşxane bombe kirin. Di êrîşan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Nexweşxaneyan bombe dikin

Hêzên desthilatdar li Kurdistanê şer belav dike û jîndaran qetil dikin. Herî dawî balafirên şer ên Tirkiyeyê di 17’ê tebaxê de Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombe kirin. Balafirên şer di êrîşê de bijîşkeke jin, 3 xizmetkarên tenduristiyê û 4 kesên nexweş bi giştî 8 kes kuştin. Rojek beriya wê ango di 16’ê tebaxê de dîsa êrîşî maşîneyekê kirin. Di êrîşa hewayî de Fermandarê YPŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda qetil kirin.
Di 13’ê hezîranê de komên girêdayî Îranê Nexweşxaneya Şîfaya Taybet a li Efrînê bombe kir. Di êrîşê de nêzî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn. Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê aşkere kir ku mîlîtanên Îran piştgiriyê dide wan êrîş pêk anîne.

Balafirên TSK’ê di 17’ê Adara 2018’an de Nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê bombe kir. Herî kêm 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ajansa nûçeyan a navneteweyî AFP û Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ev yek piştrast kir.
Piştî ku gelek saziyên çapemeniyê ev êrîş bi navê ‘deqeya dawî’ dan, nerazîbûnên li dijî dewleta Tirkiyeyê zêde bûn. Artêşa tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî û dîmenek weşand. Artêşa tirk îdia kir ku ‘Bomberdûmankirina nexweşxaneyê ne rast e’ lê bi dîmenên ku wê bi xwe par ve kiriye, xwe derewîn derdixe.
Di sala 2016’an de Amerîka li bajarê Kunduzê yê Afganistanê nexweşxane bombe kir. Di êrîşê de piranî bijîşk herî kêm 30 kesan jiyanên xwe ji dest dan û 37 kes birîndar bûn.
Di sala 2014’an de jî Nexweşxaneya Şehîdên Aksa ya Gazeyê bombe kirin. Herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 50 kes jî birîndar bûn.

War û qadên jiyanê dişewitînin

Di meha dawî de li gelek bajar û welatan daristan şewitandin. Li navçeya Hozat a Dêrsim, li Navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, li Navçeya Elkê ya Şirnexê, li navçeyên Licê, Pasûrê yên Amedê, li Navçeya Mîdyat a Mêrdînê û Çewlîg yên Kurdistanê agir bi daristanê ket. Li aliyê Tirkiyeyê jî li navçeya Kozan a Edeneyê, navçeya Manavgat a Antalyayê, Bajarê Mugla jî di nav de li herêmên Deryaya Spî, Ege, Marmarayê agir bi daristanan ket. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi giştî li 49 bajaran agir bi 299 daristanan ket. Di şewata daristanê de 8 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan hektar qadên daristanê tev şewitîn. Bi deh hezaran sewalên daristanê şewitîn û mirar bûn.

Li herêma Tirkiyeyê 15 balafirên vemirandina agir, 62 helîkopter, 9 balafirên bêmirov, 1 helîkoptera bêmirov, 850 arazoz û tankerên avê, 450 maşîneyên kar, 5 hezar û 250 personelên kar mudaxaleyî şewatê kirin. Lê di şewata daristanên Kurdistanê de welatiyên ku xwestin mudaxaleyî şewata daristanê bikin leşkeran destûr nedan û leşker bûn asteng.
Li gelek welatên cîhanê jî daristan şewitîn. Li Hindistan, Sibirya, Çîn, Malezya, Endonezya Avustralya, Îtalya, Yewnanistan, Arnavutluk, Romanya, Rûsya, Amerîka, Kanada, Amerîkaya Başûr daristan şewitîn.