spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Şirnexê bang kirin: Aysel Tugluk demildest serbest berdin

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku balê bikişînin ser rewşa tenduristiya Parlamentera berê Aysel Tugluk li navçeya Sîlopiyayê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Jinan pankarta “Aysel Tugluk rumeta me ye, divê demildest were berdan” vekirin. Rêveberên HDP’ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag daxuyanî xwend û bêdengiya hikumetê ya li diji rewşa Tugluk rexne kir. Akdag, anî ziman ku rayedarên hikûmetê li dijî rewşa Aysel Tuglukê guhên xwe digirin û wiha got: “Li gorî raporên pisporan ev nexweşî rê nade ku Tugluk di girtîgehê de bimîne. Polîtîkayên înkar, îmha, asîmîlasyon û dijminatiya kurdan a dewletê bû sedema nexweşiya Tugluk.”

Akdag xwest Tugluk were berdan û got:” Divê demildest Aysel Tugluk bê berdan. Em ji vir bang dikin, Aysel Tugluk ne bi tenê ye. Em ê bi hevgirtin û yekitiya xwe jinan biparêzin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.