5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çarenûsa hilbijartinên libyayê ne diyar e

Demeke dirêje di nava şer û tevliheviya li Lîbyayê de hilbijartin wekî çirayeke hêviyê dihate xuyakirin. Hemû hêzên dinyayê yên ku dixwazin êdî çaresriyek siyasî ji bo rewşa Lîbyayê were peydakirin jî piştgiriya ji bo hilbijartinan didin xuyakirin.

Lê hin aliyên siyasî ên ku ditirsin bi hilbijartinan re dawî li berjewendî û destkeftiyên wan bên, astengiyan derdixin û daxwaza paşdexistina hilbijartinan dikin.

Wekî tê zanîn 24’ê vê mehê wekî dema hilbijartinan hatibû destnîşankirin û hemû xebat ji bo wê yekê dihatin kirin. Lê astengiya herî mezin a li pêşiya van hilbijartinan hebûna hêzên biyanî û komên çete ye. Her aliyekî ji van welat û komên çekdar ên ku piştgiriya wan dikin dixwaze beriya hilbijartinê rewşê li gorî xwe ayar bike.

Tevî hemû hewldanên navxweyî û navneteweyî hîna pisgirêka hebûna hêzên biyanî û komên çekdar nehatiye çareserkirin û bi hezaran leşkerên biyanî û komên çekdar ên girêdayî wan li Lîbyayê ne.

Astengî û tevliheviya dawî jî li ser navê hin namzetan derketin holê.  Serîlêdana Seyfulislam Qedafî, Abdulhemîd Dubeybe û Xelîfe Hefter bû cihê gengeşî û aloziyên mezin di nava aliyên siyasî de.

Astengiyeke din jî derkete holê piştî ku Saziya Bilind a Hilbijartinan dîsa navê Seyfulislam Qedafî û hin navên din vegerandin nava lîsteya namzetan derkete holê. Parlamentoyê bang li Saziya Hilbijartinan kir ku niha lîsteya xwe ya dawî ya namzetan nede xuyakirin heta ku alî li ser navan li hev bikin.

Aliyên li ser Ixwanan jî tên hesibandin nerazîbûna xwe anîn ziman û doza paşdexistina dema hilbijartinan dikin.

Lewre li gorî hin çavdêrên siyasî, rewşa Lîbayayê gelekî aloz dibe û di nava van aloziyan de lidarxistina hilbijartinan jî dê çareseriyekê bi xwe re neyne.

Di nava van aloziyan û hebûna hêzên derve û komên çete de wiha xuyaye ku dê lidarxistina hilbijartinan zehmet be û heke were lidarxistin jî dê dawî li rewşa tevliheviya vî welatî neyne.