Sunday, December 5, 2021

Jiyana li dijî heqîqetê înkara jiyanê ye

Di nav gerdûnê de teşeyeke jiyana hemû cureyên zindiyan heye. Teşeya jiyanê ‘xwebûn’a wî/wê zindîbûyînê diyar dike. Ji ber wê, ji bo her cure zindî teşeya jiyanê dibe heqîqeta wî/wê zindîbûyînê. Çi qasî li gor wê teşeyê tevbigere ewqasî heqîqeta xwe pêk tîne.
Heqîqet, cewher e. Di gerdûnê de her tiştek destpêkeke wî/wê heye. Ji bo zindîbûyînê jî destpêk dibe heqîqeta wan. An jî mirov dikare heqîqetê wekî pêkanîna li gor pêdiviyên jiyanê bi nav bike. Çiqas li gor pêdiviyê teşeya jiyana xwe tevbigere ewqasî heqîqeta xwe ava dike. Nejiyana li gor heqîqeta xwe, înkara jiyanê ye.
Di nav fezayê de çend cure zindîbûyîn hebin ewqas heqîqet hene. Heqîqeta cureyê zindiyekê/î nabe heqîqeta cureyeke din. Lê di nav heman cure zindîbûyînê de heqîqetên cuda çênabin. Ji ber wê ji bo her cureyekî heqîqet divê bi temamî bê destgirtin.
Di vê çarçoveyê de heqîqeta mirov divê çawa were pênasekirin an jî heqîqeta mirov çi ye? Beriya ku em vê pirsê bibersivînin divê neyê jibîrkirin ku di nav gerdûnê de mirov jî parçeyeke ji gerdûnê ye. Gerdûn hemû nîne. Tişta ku di roja me de şaş tê zanîn û rê li ber hemû kêmasiyan vedike ew e ku mirov gerdûnê wek milkê xwe dibîne û di xwe de mafê mudaxeleya her tiştî dibîne. Di gerdûnê de derketina zindîbûyînê bi serê xwe mijareke din e. Lê wek ku tê zanîn ji bo jiyana zindiyan sê taybetmendiyên sereke hene. Debar, parastin û zêdebûn. Ev her sê taybetmendî ji bo hemû zindiyan wek ajoyên hundirîn tên jiyîn. Beriya mirovahiyê jî cureyê zindîbûna mirov wek prîmat tê pênasekirin. Prîmat, serdema beriya mirovahiyê ye. Wê demê prîmat jî wek zindiyên din jiyana xwe bi tevgerandina ajoyên hundirîn pêk tîne. Ji bo wê yekê jî ji prîmatan re nabêjin mirov.
Di xwezayê de heya niha 4 demên guhertina avhewayê pêk hatine. Her guhertina avhewayê li ser jiyana zindiyan jî guhertinên esasî pêk tîne. Gelek cureyên zindiyan ji ber ku xwe li gorî guhertina avhewayê neguherine wek cure ji holê rabûne. Yên ku guhertin li gorî şertên avhewayê pêk anîne jiyana xwe jî berdewam kirine. Serdema çaremîn a guhertina avhewayê ji bo gelek zindiyan bû sedema guhertinên bingehîn. Ji bo prîmatan jî bû serdema man û nemanê. Heya wê demê prîmatan jiyana xwe bi awayekî tevgerandina ajoyên hundirîn pêk dianîn. Erdnîgarî û xwezaya wê demê ji bo jiyana zindiyan a rojane guncav bû. Ji bo jiyana xwe berdewam bikin hewldaneke cudatir ne hewce bû. Piştî vê guhertina avhewayê ew şertên ku di xwezayê de heyî ji holê radibin.
Di her cure zindîbûyînê de wek ajoyekî hundirîn ji bûyînê de mekanîzma xweparastinê heye. Ên ku ji bûyînê de ev mekanizmaya wan tune ye mirov in. Ji ber vê em dibêjin di vê serdemê de (serdema çaremîn) prîmat bi man û nemanê re rû bi rû man. Ji ber ku êdî ew derfetê ku xweza ji bo jiyana xwe berdewam bike nade. Di nava şertên xwezayê de zindiyên herî qels û bêparastin prîmat in. Mekanîzmaya wan a parastinê tune ye, di nav xwezayê de bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Vê qelsiya xwe û tenêbûna xwe bi hatina cem hev, wek kom tevgerandinê dixwaze derbas bike. Destpêkê hatinacem hev û wek kom tevgerandin çiqas bi zanebûn bû ne diyar e jixwe. Ew lêgerîna berdewamkirina jiyana xwe dibe pratîkeke wisa. Prîmat di serdema ku man û nemanê de dijîn bi avakirina klanê xwe rizgar dikin. Klan guhartineke çawa dide avakirin? Ji vir û şûnde jiyana prîmatan çawa berdewam dike? Û destpêka mirovahiyê li ser kîjan pîvanan pêk hatiye? Di nivîsa xwe ya pêş de em ê van mijaran binivîsin.