26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kamiliya vegotina romanê

Pirsa pêşîn ku di vegotinê de tê kirin ew e ka gelo kî di nava deqeke wêjeyî de çîrokê dibêje. Ew kesê ku em jê re dibêjin vebêjer, gelo di nava çîrokê de lehengek e an kesekî derveyîn e?

Mesafeya di navbera çîrokê û vebêjerê wê de bivê nevê dê awayê vegotina çîrokê û belkî tevna wê jî biguherîne. Lewre çi gava ku mirov bi çavekî cuda li bûyer û serboriyekê binihere, mirov dê her carê tiştekî cuda bibîne. Tercîha li ser hilbijartina vebêjerê çîrokê, hingê ne belasebeb e.

Di her metneke wêjeyî de vegotina serboriyekê heye ku çîrok û bûyer û kesên cuda dikarin di nava wê de çalak bin. Berî her tiştî nivîskarek heye ku ava dike; bi dû re vebêjerek heye, kesên nava çîrokê hene û xwendevan heye. Ji bo têgihîştina ji metnê, ev çar kirde ji aliyê demên xwe yên xweser ve jî têne nirxandin. Lê divê neyê jibîrkirin ku têgihîştina xwendevanan di metnan de esas e, lewre armanca çîrokê ew in.

Hingê vebêjer dê hewl bide ku xwendevanan bi rastiya çîroka xwe ve girêbide. Vebêjer çiqasî nîşan bide, em ê jî ewqasî bibînin û bizanin.

Forster ji vê re digot « cîhê dîtinê » (Point of view). Lewre li gorî devera ku tu lê bisekinî, tiştên ku tu ê bibînî jî cuda dibin. Ev teknîka sînemayê bi awayekî gellekî dewlemend îroj di wêjeyê de jî tê bikaranîn, lê wêje ji derfetên xweser jî îstifade dike; weke ravekirin, şîrovekirin, diyalog û monolog û fikr û raman û hestên lehengan. Ev hemû çalakiyên ku performansekê ji hêla vebêjêr ve pêwîst dikin, tenê bi armancekê ve tên kirin: avakirina cîhana wê çîrokê bi sûretê vegotinê ve. Lewma vebêjer hesabê zîrekiya xwendevanên xwe jî dike.

Vegotin çalakiyeke weha ye ku li gorî kesên ku serboriyekê rave dikin elbet diguhere. Çi nivîskî û çi devkî be, berî her tiştî tecrubeyek e. Tecrubeya ku di vegotina çîrokên gelêrî de heye, berî her tiştî li ser wî esasî ye ku guhdarkirina çîrokine din û dawerivandina wan dipejirîne. Paşxaneya çandî û zimanî referansa bingehîn e ku vebêjer hesabê wê dike û li gorî qodên wê çîroka xwe ava dike.

Vebêjer, weke ku Propp di lêkolînên xwe yên li ser çîrokên gelêrî de balê dikişîne ser, li hember guhdarên xwe performansekê li dar dixe û ji derfetên deng û teqlîdan û tona dengan sûdê werdigire. Rîtma vegotinê, bi bûyerên li pey hev ve û di ser vegotina lezgîn an giran re ava dibe. Bûyer çi bandorê li ser vebêjêr bikin, ew ê wê bandorê jî tev li sûretê vegotinê bike, da ku heman bandorê li ser xwendevên jî bike.

Vegotina nivîskî ji tecrubeya xwendevanan sûdê werdigire. Wan berê li gellek serboriyan guhdar kiriye û wan bi xwe jî gellek caran serboriyên xwe ji kesine din re rave kirine û gellek pirtûk xwendine.

Lewma di metna vegotina wêjeya nivîskî de, hesabê derfetên xwendevanan ya têgihîştinê tê kirin. Di vê babetê de, tecrubeya vebêjêr jî û ya xwendevên jî dibe haveynê kamiliyê. Em behsa kamiliya vebêjêr dikin ku di pêvajoya avakirina vegotinê de kamiliya nivîskêr e. Ji bo ku ev kamilî hemû feraseta xwe nîşan bide, kamiliyeke xwendevên jî divê. Lewre armanca vegotinê ew e ku ew wêne an sûretê vegotinê li cem xwendevên jî zelal be. Ji bo vê, ji derfetên zimanî sûdê werdigire: rengdêr ji bo şayesandina kes û alav û derdoran; hoker ji bo şayesandina bûyeran; lêker ji bo vegotina wan.

Hingê, kamilî ji milekî din ve bi zimên ve jî têkildar e. Her vebêjer di her vegotinê de hem ji derfetên zimanê hevpar îstifade dike û hem jî wî zimanî ji nû ve ava dike da ku xwendevan wî sûretî temam bike.

Xwendevan jî êdî xwedan tecrubeyeke pirr fireh in. Ji ber wê ye ku zêdetir hêviyan ji vebêjeran dikin. Dewra nivîskarên ecemî çûye; wêje û vegotin êdî karê kamiliyê ye.

Awayê dîtina vebêjeran, teknîka vegotinê ye, lewre performansa wî ew vegotina wî ye. Li cem Dostoyevskî tahlîla tevgerên lehengan bû, li cem Proust bîr û hişê wan bû, li cem Joyce hemû cîhana binhişînê bû; li cem Mehmed Uzun sûretên bi flaşan bû. Yek peyvî bûn carinan. Û ev rîtma vegotina bi hevokên kurt û gellek caran bê lêker, dibû şêwaza Uzun bi xwe.

Ev hemû, alav û teknîkên vegotinê ne. Lewre divê çîroka herî banal û ji rêzê jî bi awayekî balkêş bide. Hingê divê bizane bê kîjan hûrgiliya çîrokê kengî û çilo bide û çiqasî bide; bi rêya kê ve bide.

Hingê teknîk ji bo çi ne: ji bo ku xwe bigihîne ya ku nehatiye gotin, ya ku veşartî ye, ya ku xalî ye.

Roman û çîrok bi nezanî û ji xwe ber nayên nivîsandin; zanabûnek, zîrekiyek, tecrubeyek di binî re xuya dibe û pêwîst e. Li cem xwendevên jî weha ye; ji ber wê ye ku kêfa wî ji hin romanan re tê û ji hin romanan re nayê. Mesele ne naverok e êdî, mesele teknîk e û zanabûn e û kamiliya vegotinê ye ku dibe kûrahiya romanê. Herçî roman e, Alfred Doblin digot ku roman mişt çavdêrî ye û hingê li qeraxên felsefeyê digere.

Ev têgihîştina deqên wêjeyî mirov ji avakirin û xwendinên berçovî bi dûr dixe. Lewre vebêjer bi çîrokê dizane, lewma rave dike. Lê xwendevan êdî bi wî sûretê vegotinê yê kevn têr nabe. Çima? Ji ber ku wî gellek sûret dîtine êdî.

Roman û vegotin êdî ne karê nezanan e. Nivîskar êdî nabêje gelo ez ê behsa çi bikim; lê ji xwe dipirse ka gelo ew ê çawa behs bike. Çawa ya ku nehatiye gotin dikare were vegotin?

Bakhtine digot ku her çîrok bi cîh û dema xwe ve têkildar e. Di dewra Bakhtine de weha bû, lê êdî ji bilî xweseriyên civakî û çandî, her der mîna hev e. Ew cronotopos êdî gerdûn e. Mîrasa wêjeya hemû zimanan, mîrasa wêjeya kurdî ye jî. Zimanê vegotinê jî kêm zêde di hemû zimanan de xwedan tecrubeyeke devkî ye. Kamiliya wêjeyî hingê di hemû ziman û çandan de heye. Borges digot ku her pirtûk bi yên din ve heye. Piştî ku xwendevan jî gihîştiye tecrubeyekê, ew êdî sûretekî vegotinê yê zelaltir dixwaze û lewma qîma xwe bi metnên kevn ve nayne.

Lewre madem roman li qeraxên felsefeyê û civaknasiyê digerre, hingê roman karekî rewşenbirî ye jî û bala xwe dide kêrhatinê jî. Ew rasterast nabêje, bi çîrok û serboriyan ve nîşan dide ku ev jî çalakiyeke kevn ya çanda devkî ye. Ji berê de, gava ku zanayan dixwast nesîhetekê li civakê bikin, wan pêşî çîrokek digot û bi dû re dinirxand. Wêjeya nivîskî ji bilî ku karekî kêfê ye jî, herweha dibe karekî fêrbûyinê jî.

Her çîrok an roman di destpêkê de hê nehatine vegotin, yanî hê nehatine gotin. Di ber re çîrok zelal dibe, xumam radibe. Divê xwe bigihîne wê agahiya ku nehatiye dayin û ji bo temamkirina sûretê vegotinê lazim e; ew tişta ku nehatiye gotin.

Milan Kunderayê ku vegotina banal dişikîne û romanê dike cîhekî weha ku di ser çîroka navendî re fikrekê jî pêşkêş bike. Ew dizane, çîrok gellek in êdî; divê alî xwendevanê xwe bike ku ne bi tenê sûretê vegotinê, herweha fikra wê jî li cem wî ava bike. Roman êdî cîhê cerribandinê ye jî, xwe nema di nava çîrokeke xeyalî de asê dike.

Û sebir. Roman bi sebrê tê nivîsandin.