26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karakoyun: Em ê kevneşopiya têkoşînê bidomînin

Di 21’ê hezîranê de Dadgeha Destûra Bingehîn doznameya doznameya ku bi daxwaza girtina HDP’ê hatibû amadekirin qebûl kir. Her wiha doznameya ku ji 843 rûpelan pêk tê de têkildarî 451 siyasetmedaran qedexeya siyasî tê xwestin.

Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Wanê Handan Karakoyun der barê  doza girtina HDP’ê de axivî û diyar kir AKP-MHP ji mêj ve ye ku dixwazin HDP li derveyî siyasetê bihêlin lê ji ber ku nekarîn vê bikin serî li rê û rêbazên cuda didin.

Ji hêz û serkeftinên jinê aciz in

Handan Karakoyun kevneşopiya têkoşînê ya HDP’ê bi bîr xist û wiha got: “Ligel binçavkirin, zext û zordariyê tim têkoşiyaye û heta bi van rojan hatiye. Em siyasetmedarên HDP’yî em ê vê kevneşopiya ku ji duh heta bi îro tê, têkoşînê bidomînin.”

Karakoyun  daxuyaniyên niha yên Wezîrê Karê Hundirîn Suleyman Soylu bi bîr xist û destnîşan kir ku êrîşa li Îzmîrê bi plansaziya dewletê ye ku Soylu beriya niha gotibû: ”Em ê tiştekî wiha bikin ku kesek nikaribe navê HDPê hilde”, Soylu beriya niha her wiha gotibû, ”Pêşengên HDP’ê jin in”.

Karakoyun wiha dirêjî dide axaftina xwe: ”Ji jinên rêxistinî ditirsin, nûneriya jinan xeta sor a HDP’ê ye. Ji ber ku HDP partiyeke wiha ye êrîşê bi ser de tînin. Nûneriya jinan a li nav HDP’ê, hesasiyeta jinan li her deverê nîne. Îro serkeftineke wiha heye ku bi hevalên jin û bi jinan derketiye holê. Rol û misyona jinê dibînin û ji ber ve jê aciz in. Her fersendê li her derdorê êrîşa li ser hevalên me yên jin zêdetir bû.”

‘Ew ê bi girtina HDP’e negihîjin armanca xwe’

Handan Karakoyun têkilî girtina HDP’ê axivî û ev tişt anî ziman: ”Dikarin HDP’ê bigirin, beriya niha gelek partiyên me hatine girtin. Ew jî baş pê dizanin ku bi girtina HDP’ê nikarin bigihîjin hedefên xwe.”

Karakoyun herî dawî diyar kir ku di hilbijartina xwecihî ya dawî de hatiye dîtin, bêyî  kurdan pergaleke demokratîk nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: ”HDP ne bê alternatîf e. Ji ber çavnebariya li HDP’ê em di pêvajoyeke wiha re diçin ku zex zêde bûye û ev ji hêla rayedarên dewletê ve aşkera tê gotin. Gotin, êdî wê kesek nema karibe navê HDP’ê jî hilde. Lê bi ser neketin. Kurd heke HDP nebe jî bi partiyeke din wê li vîna xwe xwedî derkevin.”