27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya KNK’ê  serdana Wargeha Mexmûrê kir

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  ku ji Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murat, Endamên KNK’ê yên Başûrê Kurdistanê Awrîn Mihemed Karden û Mamosta Çeto Biranîtin pêk dihat serdana Wargeha Penaberan a Mexmûr kir. Şande li Avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê çalakvanên greva birçîbûnê û berdevkên saziyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve hatin pêşwazîkirin. Şande li Saziya Malbatê Şehîdan geriyan û ji wir ji derbasî  cihê êrişa ku di 5’ê Hezîranê de ji aliyê dewleta tirk ve hatî kirin bûn. Li wir Hevseroka KNK’ê Zeynep Murat axivî.

Ji KNK’ê banga li dijî bêdengiyê

Zeyneb Murat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk a li ser wargehê û wiha got: “Em hatin me serdan Mexmûrê kir û niha em li cihê ku dewleta tirk di 5’ê Hezîranê de êrîşek hewayî pêk anî ne. Vir cihê dibistanên zarokan e, tu bargahên leşkerî li vir nîne. Ev êrîş li dijî mafê mirov û qanûna navdeweletî ye.  Em vê êrîşê şermezar dikin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê wargehê diyar dikin. Em li vir bang li hikûmeta Başûr, Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan dikin ku li hember êrîşên li ser gelê medenî bêdeng nemînin. Mafê her ferdeke kurd heye ku li ser axa Kurdistanê di nava aramiyê de bijî. Ji bo ku ev wargeh û hemû gelê kurd aram bijîn, divê em wek gelê kurd bi erk û berpirsyariyên xwe yên neteweyî rabin.”

Murad di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li gel kurd kir û wiha got: “Encex em bi yekîtiya neteweya kurd dikarin li hember van êrîş û dagirkeriya heyî rawestin û azadiya xwe mîsoger bikîn.”

Xebatên Kongreya Neteweyî didomin

Piştî axaftina Zeyneb Murati, li ser navê gelê wargehê Endama Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Xweser  Leyla Arzu Îlhan axivî.

Arzu Îlhan di despêkê de kêxweşiya xwe ji bo hatina şandeya KNK’ê anî ziman û wiha axivî: “Di demek wiha de hatina şandeya KNK’ê ji bo me cihê şanaziyê ye. Em wek gelê wargehê xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya kurdan dike ji nêz ve dişopînin. Em di wê baweriyê de ne, wê bi van xebatan çarenûsek azad ji bo gelê kurd were bidestxistin.”

Herî dawî şandeyê ji bo gelê wargehê civînek çêkir,  di civînê de rewşa dawî û yekîtiya kurdan hat nirxandin. Şandeyê da diyarkirin ku hewldanên wan yên ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî berdewam dike.