26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karayilan: Dewleta tirk 5 cure çekên kimyewî li dijî gerîla bikartîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî li ser çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê di operasyona xwe ya ji 23’yê Nîsanê û vir ve li Herêma Kurdistana Federe berdewam dike de bi kar tîne û nûveyên wan pêşkeşî saziyên navnetewî hatin kirin, axivî.
Karayilan di Stêrk TV’yê de derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji Neteweyên Yekbûyî heta rêxistinên mafên mirovan, pispor û rewşenbîran banga ‘lêkolînkirina li cih’ li wan hat kirin de axivî û da zanîn ku wan tespît kirine ku Tirkiyeyê heta niha 5 cureyên çekên kîmyewî li hemberî wan bi kar aniye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, Karayilan diyar kir ku Tirkiyeyê gaza sînîrê ku daringa wê Tabûn e, gaza fetisînê ku di nava wê de kloropîn heye, gaza şewitandinê Sulfur Mûstant, gaza ku mirovan bêhal dike, ji ser hiş dibe, bi demkî felç dike û gaza îsotê bi kar anî ye.
Karayılan 5 cure gaz wiha rêz kirin û penase kirin;
“Niha dikarim agahiyê bidim bê çekên dijmin bi kar tînin çawa ne. Bi qasî ku me tespît kir, dijmin heta niha li dijî me 5 cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji van ya destpêkê gaza sînîrê ye. Yanî hucreyên sînîrê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji madeya sereke ya vê gazê ra Tabûn tê gotin. Dema ku ev çek tê bikaranîn bi giranî bêhna fêkî jê tê, lê belê car carna qet bêhn nayê.
Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropîn heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin. Formulasyona vê yekê destpêkê Elmanan di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çêkirin. Ji hingê ve di destê Tirkan de heye. Dibe ku Tirk niha bi serê xwe jî vê çêdike, lê dibe ku bi Elmanan re jî çêdike. Lê belê çavkaniya esasî ya vê çekê Elman e. Ev çek dema tê bikaranîn li qadê mirovan difetisîne.
Gaza din jî gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Diavêje ku derê agir bi wê derê dikeve. Navê kîmyewî yê vê yekê jî Sulfur Mustant e. Ev jî ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin. Navê xwe yê din jî Yellow Corss e. Dema ku ev tê bikaranîn car carna rengê kesk dide. Lê belê agir bi devera ku lê tê bikaranîn dixe.
Gazeke din a ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne. Mirov bê hal dibe, bi demkî felç dibe. Weke ku li Girê Kartal kirin ev gaz li gelek deveran bi kar anîn, bi kar tînin.
Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Yanî gaza ku niha di xwepêşandanan de bi kar tînin. Bêguman dema ku ev li cihekî teng an jî li tunelekê hate bikaranîn, hingî şert û mercên jiyanê nahêle. Yanî ev jî gazeke kuştinê ye.”
Karayilan, bersiva Hûlûsî Akar ê bikaranîna gazên kîmyewî red kir û got ‘Em tenê gaza îsotê bikartînin’ da û wiha axivî: “Hûlûsî Akar red dike ku van gazan bi kar tîne û dibêje ku ‘tenê gaza îsotê bi kar tîne’. Lê belê derewan dike. Ev pênc madeyên ku me heta niha tespît kriine li dijî me bi kar tînin.”
Karayilan, bi lêv kir ku ew bi tecrubeyên şerê îsal xwe nû kirine, li dijî çekên kîmyewî jî bergirî bi pêş xistine û wiha got: “Bi ya me 2 artêşên tirk jî bi ser me de werin em ê wan têk bibin.”