26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karika ser meymûn xelk matmayî hiştin

Li parêzgeha Esyût ya başûrê Misrê karikeke ecêb hate dinyayê. Gewdeyê wê karik e û serê wê yê meymûna ye. Hemwelatiyeke Misrê yê bi navê Hisên Hesen Seyid yê ji gundê Hedaya yê Esyûtê da xuyakirin ku ew şivantiya bizinan dike û dema ku bizineke wî zaye ew matmayî maye.

Hisên Hesen dibêje min dît ku gewdeyê wê karikê lê serê wê yê meymûna ye. Her wiha dibêje vê mexlûqata xerîb tirs û xofek li nava gundiyan belav kiriye û piştî 2 rojan jiyana xwe ji dest daye. Hesen dibêje ew ditirsiya ku ev sewala xerîb dema mezin bibe veguhere heywaneke dirinde û zirarê bide me.

Heta niha kesek sedemê vê yekê nizane lê aliyên peywendîdar hatine ew karik kontrol kirine û dê di demên bê de raporekê derbarê wê de amade bikin û belav bikin.