4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesayetiya mirov û taybetiyên candaran

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ji roja ku mirov bi mirovbûna xwe hay bûye û heta îro bêhejmar mirov hatine ser rûyê dinyayê û çûne. Belê tu dem, serdem û dewranên mirovahiyê nîn in ku bê şer, pêvçûn û lêkdan derbas bûbin. Gava ku meriv bala xwe didiyê, meriv dibêje qey mirov ne ji bo kêfxweşî, hezkirin û aramiyê; ji bo kerb, kîn û xirabiyê hatine dinyayê.
Bêguman hemû mirov ne xirab in û dibe ku hejmara mirovên qenc ji yên xirab zêdetir be jî. Belê ji ber ku xirabî hêsan û qencî zehmet û giran e, xirabî ji qenciyê zêdetir deng vedide. Dengvedana xirabiyê û navdariya xiraban karekî hêsan be jî ne tiştekî sûdewar û erênî ye. Cihê ku mirov lê hebin, dê kesayetiyên cuda jî lê hebin. Cihê ku kesayetiyên cuda lê hebin, dê pirsgirêkên cuda jî lê hebin. Hebûna kesayetiyên cuda tiştekî asayî ye. Lewre her mirovek bi serê xwe gerdûneke cuda ye. Belê tiştê ne asayî nelihevkirin, lêkdan û pevçûnên navbera mirovan ên misêwa û bênavber in.

Kesayetî; wekî têgiheke ku hemû hest, hizir û baweriyên ku xwe bi her awayî di liv û tevgerên mirov de didin der û xweseriya takekes di qada jiyana civakî de dide çespandin, tê zanîn. Bi rastî her mirovek kesayetiyeke xweser e. Kesayetiya takekes wekî şopa tiliyê ye. Dibe ku dirf û dirûvên hin mirovan bişibin hev; her wiha dibe ku kesayetiya hin mirovan jî bişibe hevdû. Ew şibandin bi çend taybetiyên hevpar re sînordar e. Ne pêkan e ku du mirov bi her awayî bişibin hevdû. Ev tiştekî derexwezayî ye.

Mirov ji hêlekê yan çend hêlan ve dişibin hevdû; belê li aliyê din jî di navbera wan de bi qasî çiyayan cudatî heye. Tiştê ku kesayetiya mirov diyar dike jî ev cudatî ye. Dibe ku hin caran di gel dirf û dirûv, reng û deng, bejn û bal, liv û tevger, sinc û exlaq, bîr û bawerî, hest û ramana mirovan jî bişibin hevdû; belê kesayetiya wan ew qasî naşibe hevdû. Kesayetî bi awayekî berbiçav mirovan ji hev cuda dike û vediqetîne. Ji kesekî/e ku hatiye ser rûyê dinyayê tenê yek heye. Ji bilî wî/wê kesekî/e din nîn e. Ev tenê ne ji bo mirovên ku li ser ruyê dinayayê dijîn; ji bo mirovên ku hatine, çûne û yên ku dê bên jî derbasdar e.
Her mirov bi xwebûneke xweser û kesayetiyeke taybet tenê carekê tê dinyayê. Heta tenê ne mirov, hemû heyîn û heyberên ku hatine/tên û dê bên ser rûyê dinyayê jî bi vî awayî ne. Wekî nimûne; li gor lêkolîn, dahûran û agahiyên zoologan (ajelnasan) di koloniyeke (komeke) gêrikan (morîsatngan) de bi mîlyonan gêrik hene. Ji ber ku mirov bi ser re li wan dinihêre, hemûyan dişibinin hevdû û di navbera wan de tu cudatiyê nabîne. Belê di navbera wan de cudatiyên mezin hene. Her yek bi şiklekî ye. Dîsa wekî mînak; dareke tuyê bi hezaran pelan digire. Gava ku mirov bi ser re lê dinihêre hemû pel dişibin hevdû û wekî hev xuya dikin. Belê pelekî wê darê tenê naşibe pelê din. Her pelek bi şikl û awayekî ye. Ev rewş hem ji bo mirov û ajelan hem jî ji bo hemû cureyên riwekan jî heman e.
Reng, deng, zayend û nijada mirovan li gor rêgez û zagonên xwezayê; belê hest, hizir û tevgerên mirov ji hêla civakê ve tên şêwandin. Titşên ku ji hêla civakê ve tên şêwandin bi heman awayî tên astengkirin. Bi vegotineke din, tiştên xwezayî ne ji hev in û ne jî dişibin hevdû; belê tiştên civakî çêkirî ne; ne ji hev bin jî dişbin hevdû. Xweza (an jî xweda) tu heyînên ji hev neafirandiye û naafirîne. Ji her heyînê tenê yekê diafirîne. Dibe ku bi hezaran mî û bizinên ku dişibin hev hebin, belê ne miyek ji wê miyê û ne jî bizinek ji wê bizinê heye. Lewre ji her hebûnekê yek tenê pêk tê. Ne ji cureyên wê û ne jî ji cureyên din tu hemsal, hinkuf û hemşibê wê yên bitevayî nîn in.

Bi kurtayî; çawa ku tu çeşn û cureyên candaran naşibin hevdû , candarên ku hemcure ne jî bi tevayî û tu awayî naşibin hevdû. Di navbera wan de cudatiyên pir mezin hene. Ev cudatî, ji ber xweserî û taybetiyên candaran ên xwezayî tê. Belê gelek taybetiyên mirovan ên ku li gor şert û şêwaza jiyana civakî dişêwin jî hene. Ew taybetî hemû li gor şêwaza hilberînê û bi riya perwerdehî û hînderkariyê pêk tên. Kesayetî, xislet û taybetmendiyên mirovan ên xweser jî li gor van pêkerên çandî û hêmanên civakî pêk tên.

Kesayetiya takekes, li gor şert û mercên jiyanê û hin pêker û hêmanên bingehîn dişêwe. Şêwegirtina kesayetiyê, ne ji dayikbûna mirov; hê beriya jidayikbûna mirov di malzaroka dayikê de- dest pê dike. Ji hêmana nîjadî bigirin heta hêmana zayendî; ji kesayetiya dê û bav û şert û mercên ku tê de dijîn bigirin heta rewşa wan a aborî; ji erdnîgariya wan bigirin heta avhewaya herêma ku lê dijîn; ji serjimara welat û malbata wan bigirin heta fikr û raman û baweriya wan; ji sinc, exlaq û afirişa bigirin heta kar, pîşe û behreyên wan û hwd. hemû bandorê li ser teşedana kesayetiyên wan dikin. Pêkerên bingehîn ên ku kesayetiya mirov diyar dikin hin jê jî ev in:
– Pêkerên rakendî/irsî
– Pêkerên biyolojîk
– Pêkêrên fizîkî/bedenî
– Pêkerên hawirî
– Pêkerên malbatî
– Pêkerên çandî
Ligel ku di navbera hemû mirovan de ewqas cudatî heye, dîsa jî mirov ji bo ku mirovan bişibînin xwe yan jî xwe bişibînin wan çi ji destê wan tê dikin. Heta meriv dikare bibêje, sedema gelek şer û pevçûnên navbera mirovan ji ber cudatî û neşibandina wan e. Her mirov, hem ji hêla çandî û hişmendî û hem jî ji hêla fikr û baweriyên cuda li hevdû nakin; an şer dikin an hevdû dikujin an jî ji hevdû diqetin. Heçku; tu kes ji ber ku dev, lêv û pozê wan naşibin hevdû tu pirsgirêkê dernaxin; belê gava ku taybetî, xislet û kesayetiya wan naşibe hevdû, dibe pirsgirêk. Li ser vê neşibînê bi hev dikevin û di navbera wan de şer û pevçûnên ku bi kuştin û qirkirinê bienacam dibin, derdikevin.

Ev ne tiştekî asayî ye. Çawa ku reng, deng û bedena mirovan naşibe hevdû, dibe ku hest, hizir û bîrûbaweriyên wan jî neşibin hevdû. Çawa ku fikr û baweriyên wan neşibin hevdû, dibe ku sinc, exlaq, liv, tevger û bizavên wan jî neşibin hevdû. Ev jî tiştekî xwezayî ye. Belê mirov li hemberî vê xwezayîbûnê tiştên dûrî aqilan dikin. Ji do û heta îro şerên ku di navbera mirovan de derketine û derdikevin li ser cudatiya zayend, nijad, ziman, ol, bîrdoz, fikr û ramanên cuda ne.
Bêguman, her kes xwediyê kesayetiyeke taybet e. Kesên ku nav û dengê wan li dinyayê belav bûye û nebûye, hemû xwediyê kesayetiyeke cuda ne. Hin ji wan di riya qenciyê de û hin ji wan di riya xirabiyê de meşiyane. Hin ji wan di karê xwe de kesên sereke ne; hin ji wan di karê xwe de yên serketî ne; hin ji wan hem sereke û hem jî serketî ne; hin ji wan ne sereke û ne jî serketî ne. Çi serekebûna wan, çi serketina wan çi ji bêdengiya wan dibe, rasterê bi kesayetiya wan ve girêdayî ye. Ji bo wê kesayetiya kesan, hem di qada jiyanê de û hem jî di cîhanê de roleke pir girîng dilîze.