27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koça Sûrê wekî koça welatekî ye

Şerê demdirêj ê li Sûrê di navbera 2’yê kanûnê 2015’an û 10’ê 2016’an pêk hat. Di şer de zêdetirî 3 hezar kesan jiyana xwe dest dan. Zêdeyî 22 hezar kes koçber bûn. Piştî şer rayedarên dewletê bi hinceta “Veguhertina bajêr” ji sedî 70’ê xaniyên li Sûrê xera kirin. TOKÎ’yê xaniyên wekî girtîgehê ava kirin.

Di 21’ê adara 2016’an de Lijneya Wezîran di nava 7 hezar û 714 erseyan de ji bo 6 hezar û 292 erseyan biryara “cemaweriya lezgîn” da. Piştre rayedarên TOKÎ 6 taxên navçeyê bi temamî hilweşandin. Di navde dêr, mizgef, koşk, himam û avahiyên dîrokî jî heyî 926 avahî hatin rûxandin. Di ser şerê Sûrê re 6 sal borîn. Beriya salvegara şerê Sûrê em bi şeniyên Sûrê Hanîfe Sencî û Sevîm Sencî re axivîn. Malbata Sencî qala jiyana Sûrê û piştî Sûrê kirin. Malbata Sencî ku gelek zor û zahmetiyên wekî aborî, derûnî û jiyana civakî jiyan, anîn ziman ku bi guhertina taxê wekî welatekî biguherin û wan bêriya Sûrê kiriye.

6 malbat dê çawa di odeyekê de bijîn

Şêniya taxa Alîpaşa Hanîfe Sencî ya 66 salî anî ziman ku xaniyê wan 410 metreqare bû, lê yê ku TOKÎ çêkiriye wekî qulikekê ye û wiha got: “Dixwazin em biçin têkevin wê qulikê. Xaniyê ku didin me 250 metreqare ye. Dibêjin ‘me pişk avetiye. Ji were ev der derketiye’. Xaniyên wekî Otelên Bûtîk ava dikin. Ji bo xaniyê me 160 hezar tl xistine bankayê. Me qebûl nekir . Ew pere di bankayê de bû 380 hezar tl. Xaniyê ku didin me 500 hezar tl ye. Em şeş malbat in çawa di 3 odeyan de bijîn. Wê kî biçe û kî neçe ?

Av û ceyran ji ser wan qut kirin

Şêniya Taxa Alîpaşa ya Sûrê Sevîm Sencî ya 54 salî jî qala derketina ji Sûrê kir û wiha got: “Ez ji dayik bûme heta 5 sal berê li taxa Alî Paşa jiyam. Piştî şer rayedaran xwastin em ji Sûrê derkevin. 2 mehan av û ceyrana me qut kirin. Gotin ‘Eger hûn ji xaniyên xwe dernekevin em ê bi serê we de xira bikin’. Em neçar man derketin. 10 sal in veguhertina bajêr didome. Beriya şer digotin ‘Ên ku dixwazin dê ji xaniyên xwe derkevin, ên ku nexwaze jî, dernakevin.’ Lê şerê Sûrê ji xwe re kirin hincet. Ji me re gotin ‘Ji xaniyên xwe derkevin. Me pereyê we xistiye bankayê’.”

Sûr warê jiyanê bû

Sencî bal kişand ser debara di navbera jiyana li Sûr û semta Vilayetê û wiha axivî: “Dema em li Sûrê bûn xanî yê me bû. Heqê av û ceyranê pir kêm bû. Piştî koçberiyê, em ketin xaniyê kirê. Li vir kiraya me hezar tl ye. Kîraya malbatên din hezar û 400 tl ye. Par me mehane 800 tl heqê xazê dida. Îsal dê zêdetir bibe. Li Sûrê em 6 malbat di xaniyekî de dijiyan. Xanî bi sobe bûn. Piştî şer em belav bûn. Her malbatek ket xaniyekî kirê. Em her roj li sibê difikirin. Îro em ê çi bixwin ? Li Sûrê pere ji bo me bêqimet bû. Sûr ji bo me bereket bû.”

Dayika 7 zarokan Sevîm Sencî, bal kişand ser jiyana civakî ya li Sûrê û ev tişt anî ziman: “Em 6 mal di hewşekê de bûn. Me mirişk û kîvroşk xwedî dikir. Xwarin û lêçûna me yek bû. Malzemeyên xwarinê mehakê têra me 6 malbatan dikir. Lê niha tenekeyek rûn têra malbatekî nake. Li Sûrê haya me ji hev hebû. Dema tiştek kêm bûya, me ji cîranên xwe dixwast. Mevanê me dihatin mala me, xwarin tune bûna me ji cîranên xwe dixwest. 5 sal in li vir dijîm. Lê min du cîran nas kirin. Tenê em silavê didin hev. Li Sûrê me tevan hev nas dikir. Me zanîbû kî, kî ye. Me xwe di ewlehiyê de hîs dikir? Me li Sûrê nexwaşî û şahiyên xwe jî parve dikir. Gava ku yek nexweş diket cîran peşiya malbatên wan, ew dibirin nexweşxanê û wan derman dikirin. Diya min li xaniyê nû rehmet kir. Lê haya kesekî jê çenebû. Ku li Alî Paşa bûya, me û cîranan dê bi hev re şîn daniya. Em li Sûrê ji derdê hev re dibûn derman. Em li Sûrê derûnînasên hev bûn. Me derdê xwe ji hev re digot û em aram dibûn.”
Sencî qala girîngiya jiyana hevpar jî kir û wiha pêde çû: “Min 7 zarokên xwe di odeyekê de mezin kir û her kes bû xwedî pîşe. Lê niha keça min a biçûk xwedî ode, mase û compîtur e. Lê ne serkeftî û bi coş e. Dema em bi hev re bûn em bêtir şa bûn.”

‘Em bêriya Sûrê dikin’

Sencî, fikarên xwe yên li ser rewşa Sûrê jî anî ziman û got: “Em niha dîsa biçin Sûrê jî dê jiyana wekî berê tune be. Em nizanin dê kî were wan xaniyan. Li derdoran wan hotel û kafeyan ava dikin. Êdî em nikarin bi rehetî derkevin ber deriyê xwe. Hewş û avahî mina girtîgehê çêkirine. Em nikarin li ser xaniyê xwe ji razên. Em bêriya jiyana li Sûrê dikin.

‘Zarok ji lîstikê qut bûn’

Sencî herî dawî anî ziman ku zarok, kal û pîr gelek di bin bandora koçberiyê de mane û wiha bi dawî kir: “Di Sûrê de zorakên me heya êvarê bi hev re dilîstin. Tu tirsa me ji aliyê ewlehiyê de tune bû. Lê niha ne pêkane ku di nava wan avahiyan de bilîzin. Em bi tirs û fikar in. Zorak ji lîstikan qut bûn û serê xwe ji telefon û tabletan ranakin. Zarokên me li Sûrê bi zimanê xwe diaxivîn. Lê piştî ku me tax guhert, wekî ku em welatekî biguherînin. Zarokên me êdî ne bi kurdî diaxivin û ne jî weka ewilî bi çoş in. Zaroktiya zorakan xilas kirin. Zarokan mahkûmî malan kirin. Zarokên me li Sûrê bi zorê dihatin malên xwe. Lê niha ji odeyên xwe dernakevin. Ji ber vê yekê tenduristî û derûniya wan xira bûye. Pîra me piştî koçber bû û xanî guhert ji qehran jiyana xwe dest da. Gelek pîr û kal piştî koçber bûn, jiyana xwe ji dest dan.”