6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşengeha çand û dîrokê: Kolana Gazî

Li her bajarî hin kolan, xan û avahî hene ku çand û kevneşopiyên wî nîşan didin. Ew derên ciyawaz pêşengeha bajêr in ku ji dîrokê heta roja me çanda gelan pêşkeş dikin. Yek ji cihên ku balê dikişîne ser xwe jî li Amedê kolana Gazî ye ku bi taybetiyên xwe dibe nîşaneya bajêr.

Wekî her bajarekî li Amedê gelek cihên ger û geştê hene. Lê bi taybet kolan an jî taxeke wê heye ji bo amediyan pêşengeheke çand û jiyana bajêr e. Helbet ew kolana bi nav û deng Kolana Gazî ye. Li meydana Şêx Seîd pêleke bayekî nermik tê hîskirin. Bêhna çemê Dîcleyê û nebatên Bexçeyên Hewselê li wî bayî vedaye. Lingê mirov ber bi jêr ve dikişîne bayê xweş. Kolana Gaziyê derdikeve pêşberî mirov.

Ji serê kolanê tê fêmkirin ku ev der cihekî girîng e. Ji ber vê yekê ye ku hemû bajar diherike vê kolanê. Di her roj û saetan de kolan tije mirov in. Carinan ewqasî qelebalix e ku mirov nikare gavekê bi pêş de here.

Hêj di destpêka serê kolanê de, berhemên salê xwe nîşanî mirovan didin… Wekî gelek bajarên Kurdistanê li Amedê jî di mehên havînê de jinên kedkar balîcan, firingî û îsotan hişk dikin. Amadekariya zivistanê dikin. Têra zivistanê hişk dikin û hiltînin. Yên zêde dimînin jî difiroşin dikanan. Kolana Gazî bi ristikên balîcan û îsotên hişkkirî dixemile.

Bêhna qehweyê mirov ber bi xwe ve dikişîne. Dikanên ku qehweyê difiroşin, li devê dikanên xwe di qedehên biçûk de qehweya herî xweş pêşkeşî welatiyan dikin. Pêre çend ciwan gazî we dikin ku hûn şekirên bihîvan bitamînin.

Heke hûn bikaribin xwe ji dikanên ku hûremûrkan difiroşin xelas bikin, hûn dikarin meşa xwe berdewam bikin. Di meşê de Xana Hesen Paşa bi hemû heybetiya xwe derdikeve pêşberî we. Wekî kolana Gaziyê, xana Hesen Paşa jî her tim tije mirov e. Ji şêniyên bajêr bêhtir serdêrên Amedê tên vê Xanê. Di çar demsalên salê de jî yek ji daxwazên serdêrên Amedê taşteyeke li xana Hesen Paşa ye. Bêkes namîne xana dîrokî. Hemû serdêr ber bi wir ve diherikin, wekî çemekî…

Dema mirov ji xana Hesen Paşa derdikeve, li pêşberî wê mizgefta mezin welatiyan pêşwazî dike. Li kêleka xanê jî xaneke din a dîrokî cih digire ku bi piranî dikanên zêrkeran hene di vê xanê de. Jixwe avahiyên li Deriyê Çiyê, avahî bi piranî dîrokî ne. Ji ber wê yekê ji xeynî kar û barên di hundirê wan de bi taybetî avahiyên wan jî balê dikişînin ser xwe.

Li pêşberî xana zêrkeran welatî li ber mizgefta mezin rûniştine. Hin ji wan ji ger û geştê westiyane, bêhna xwe vedidin. Hin ji wan di nav aramiya kolana Gazî û mizgefta mezin de çayeke germ vedixwin. Hin ji wan li benda mele ne ku îbadeta xwe bikin. Hin ji wan jî hatine ku heybeta dîrokî Mizgefta mezin temaşe bikin. Mizgefta mezin hem ji bo şêniyên bajêr hem jî ji bo geştiyaran cihekî pir girîng e ku mirov werin îbadeta xwe li wir bikin.

Ger û geşt berdewam dike. Dikanên ku hezar cure tişt tê de têne firotin rêhevaltiyê dikin… Kuçeyeke teng xuya dibe, bêhna qehweya kizwanan jê difûre. Bêhna qehweyê mirov ber bi dîrokeke qedîm ve dikişîne. Ku mirov li ber dîroka xana Zîro qehweyekê venexwe û li dîroka wê guhdarî neke ger û geşta mirov naçe serî. Di payîzê de di hewşa Xanê de pelên weşiyayî dibin sembola demsalê, agirê ku li hewşa wê tê pêxistin dilê mirov germ dike, sebra mirov tîne.

Li cihekî ewqasî dîrokî û hêja helbet her tim mirov rastî tiştên xweş nayê, hin cihên dîrokî kezeba mirov dişewitînin. Rastiya erdnîgariyê û bajarê Amedê radixin ber çavan. Mirov dil nahêle di wan cihan re derbas bibe. Mînareya Çarling êşa vî gelî dîsa tîne bîra welatiyan ku berî demeke nêzîk hiqûqnasê giranbuha Tahîr Elçî di daxuyaniyeke li dijî hilweşandina dîrokê de li ber vê mînareyê, li ber çavên her kesî hate qetilkirin. Li pişt mînareyê jî parçeyekî hilweşiyayî ya taxa Sûrê veşartiye ku êş û berxwedana wê dê tu carî neyê jibîrkirin.

Hewsel gazî mirov dike, xuşexuşa çemê Dîcleyê li bedenên Amedê dikeve, gurpegurpa dilê mirov zêde dibe…

Ber bi Sûrên Amedê ve gelek cihên din ên girîng jî balê dikişînin ser xwe. Yek ji wan cihan Çarşiya Şewitî ye. Her wiha li ser rê, sûka sifir û sûka penêrfiroşan jî ji bo welatiyan cihên girîng in ku rasterast taybetiyên xweser ên bajêr nîşan didin. Li ser tebleyan nebatên nûgihayî yên hewselê têne firotin. Yên ku nikarin xwe bigihînin Bexçeyên Hewselê nebatên herî xweş li vê derê peyda dikin.

Sûrên Amedê bi hemû heybeta xwe li pêşberî mirovan e. Kolana ku dîrok jê difûrê li ber sûran bi dawî dibe. Di havînê de mirov dikare xwe bispêre sûran û li ber hênkahiya wan bêhna xwe vede. Di zivistanê de mirov ji sar û seqema dijwar diparêzin. Mirov berê xwe bide kîjan aliyê kolana Gazî mirov rastî bermahiyeke dîrokî tê. Hêj gelek avahî û cihên girîng hene li ser vê kolanê ku hêja ye mirov biçe û bi çavên xwe wan deran keşf bike. Bêhna wê ya dîrokî hîs bike, diyariyekê bide çavên xwe û dilê xwe…