18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma Ma tûrneya xwe ya konseran bi Amedê berdewam kir

Koma Ma piştî konserên xwe yên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê li Amedê jî konsereke bicoş da.

Koma Ma tûrneya xwe ya konseran li Amedê berdewam kir. Piştî konserên xwe yên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê Koma Ma li Amedê jî konser da. Di konsera ku li eywana Şanoya Bajêr a Amedê hat dayîn de eleqeyeke mezin hebû. Koma Ma’yê ku aranjoriya wê Rabîn Rebî dike stranên “Kezî, Govendê, Dola Zêbarê, Şalûlvan, Nexşê Mîrza, Fadikê, Yar Gijlokê, Solo Rîtîm, Seydik, Dîleman, Kela Xoyê, Hey Dad, Erê Gulê, Hoy Dil û Mestûre” gotin. Car caran guhdarvanan bi komê re stran gotin û dema  konser qediye li çepikan dan.

DAHATÊN KONSERÊ JI BO HDP’Ê NE

Piştî konserê hunermend Mesûd Gever spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin û da zanîn ku tûrneya konsera wan wê di 1’ê sibatê de bi dawî bibe. Gever, diyar kir ku wê dahatên konsera xwe ya dawî diyarî kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” ku HDP’ê li dijî blokekirina hesabên xwe yên alîkariya xizîneyê daye destpêkirin.

Wê îşev û sibê êvarê jî Koma Ma li heman cihî konser bide.